7

Li pirtûka:
Dastanî Heloy Sûr
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  914 Dîtin
Dastanî Helloy Sûr 7
Bi denga: شێرکۆ بێکەس
gyanim qewzeyek girtibûy
wekû çingî qirjał wabû
nem’etwanî biçme nawî û pel bihawim
nem’ebînît
to le tenkawa najît û fêrî naxît
to mirwarît
emut taze natdozmewe
emut.. hergîz carêkî tir
lew ziney nîga řûnanet naxomewe
em dîwarî şewezenge
çon eřûxê?!
sî sałî tir? çil sałî tir?!
emut, hewarî xołemêş
çon ebêtewe be agir!
çawîlkekem qetranî bû,
befrîş wekû pełexwênî wişkewebûy
ser řankuçoẍe şînkyekem
řeş, řeş eyniwand
gyanim qewzey weřisbûnê
têy ałabû
daykim eywîst be nînoke tîjekanî
bîřnêt û asûdem kat
min ḧewzêkî piř gumanî
lîxin bûm û
ewîş eywîst derim bidat!
* * *
leser singit topî asne şewanî dûre wiłat
řa’ekşayt, çawit ebřye: wêne dêrînekey daykit
etwîst biçîte çawêwe. etwîst lenaw qijya binûy
jêr çenekeyt maç ekird
lepřêkda, wek tarmayî
destêk ehat
destî canewerê, tûkin.
dirêj ebû, çwarçêwey wênekey eşkan.
serpêçekey. sirkeyyekey, kiławekey
da’egirt û desmałekey ekirdewe û
leber çawî to eysûtan.
řa’epeřît
wek şêt û har der’epeřîte derewe û
le kenarda da’enîştî û
legeł furatda egiryayt!
* * *
sałî dałekerxoreye
pol.. pol efiřn
enîşnewe û
denûk le çawî şax egirin.
ay şaxî taneleserçaw
şax û daxî hełokujraw
heta îsteş
azarêkî çend besamî!
* * *
heta birîn qûł bêtewe
mergî çeqo nizîktire
ta bexşînî gyan kemtir bê
řêgey xoretaw dûrtire!
* * *
ewey hetawî nasîwe
wiłatî tarîkî dîwe