6

Li pirtûka:
Dastanî Heloy Sûr
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 4 Xulek  810 Dîtin
Dastanî Helloy Sûr 6
Bi denga: شێرکۆ بێکەس
hefte û hefte
beẍdaCih îzgey dabezînî namoyîte
to «newresêkî» awareyt xot le dîcle heł’ekêşî
dîcle xemêkî řewane
diłit edey bedemyewe
serit exeyte jêr bałî,
şepolêwe û xew ebînî:
eçîtewe konehewar
serinc edey ewa «biłbas»
be mileda da’egeřê
egate pelkeřengîne û tya win ebê
dête derê û cilekanî zerd û sûre
leser lutkeş tifengekan
seryan legeł hewrî ałda- yekangîre
be řakirdin
be hewrazda heł’egeřêy
be dem henasebřikêwe
ser ekêşîte naw hobey řewendewe
lêw: giznigî bize egrê
em tawłe heł’ebjêrê
«kałê» y çawřeş ebînît û
da’enewî û sûk‌sûk
eçête jurewe
bebê qise..
agirî legełda xoş ekey
wirdewrde
serit ebeyte pêşewe û
bonî mêxekbengî sîne û
guławî nêw memey ekey
çaw da’egrî û
çaw da’egrê
espe maroy berdem dewar
eḧîlênê
zengî derûntan lê eda
dêyte derê û le mêxekey ekeytewe
xot heł edeyte ser piştî û
«kałê» feqyane heł eka û
leser la dête ber demit û
be pêdeştî sewzuwerda
edeyte ẍar
ew ser enê be diłtewe û
toş diłêkî bin bêqerar
espemaro, espî dastan
bał egrêt û efřê û eçête ser lutkey
«sekirî sekiran»
* * *
hefte û hefte
beẍda îzgey dabezînî namoyîte
zamekanit gułejałen
eyankey be çepik û leser:
mezarî yadî koçkirdû dayan’enêy
be dyarîyewe destit exeyte jêr çeney
bîrewerî û
leber xowe.. şî’ir ełêy
* * *
hefte û hefte
beẍda îzgey dabezînî namoyîte
to tenyayt û.. tenyayt wek:
cwanûyekî le řewgedabřaw waye
be çwar dewra kuřjin eka û
řewge wine!
kwa hawdemê em azaret řabjenê?
beẍda giłołeyek dezûy ałozkawe
wek weřisbûnî to waye.
ay lew tewnî bêzarîyey
lem namoyîye aławe
kwanê kiçê şipirzeyît řabjenê?
gwêy bo bigrî
ew goranîy awarekan bo to biłê û
toş bêdeng û tenha carcar
çawî teřî bo hełbiřî.
gułałe xan!
gułałe!
gułałe!
* * *
şeqamî «se’dûn» se’at çwar
se’at pênc
se’at şeş
şeş û nîw
xemêkim geş
* * *
letektam û bêdeng eřoyn
lenêwanî her dûkmanda
tenha pencey têk’aławî
destiman edwên
min azare zerd bawekey
«beẍdadî» nîm
le îsteda
xemêkim geş, xemêkim sewz
letektam û bêdeng eřoyn
ke tom xoş wîst
xom lela xoşewîstir bû.
bêdeng eřoyn
em bêdengîye... haware
em bêdengîye.. tenyayîm eşłeqênê
em bêdengîye.. leserxo emsutênê
letektam û wa hest ekem
yekem care serinc lem dinyaye edem
yekem care hest bexurpey xêray dił û,
bûnî ceste û henasey singî xom ekem
yekem care ke řengekan bedî ekem:
dirextekan sewztirin
gułebaxekan sûrtirin
řêbwarekan zor cwantirin
ew koşkane beriztir û
şeqamekan dirêjtirin!
* * *
ey şa’îre awareke
serit nuqmî naw qijî ke
lebin tałe qijekanta nîgakanit bikerewe,
wek çon le binî řûbarda hełyandênî.
lewê wirdemasî řengîn
lêreş xewnî řengawřengî
’eşq ebînî.
ey şa’îre bêmałeke!
pencerey ser memkekanî bikerewe
serit bixere naw sing û berokêwe
bonî aramê hełmije
bonî hîwayek hełmije
ke tenha her lenaw singî
bêwejnekey daykitda hełtimjî
* * *
gułałe gyan!
ew ’eşqey to hetawê bû
xoy kird benaw temumjî gyanî minda
bûm be samał û pê kenîm.
’eşqî to bû
řûy girj û monî řojanî –beẍdadîmî-
řûn kirdewe
bûm be lawlaw û be bałay
xoşewîstîda hełzinîm.
’eşqekey to
destî wişey perewaze û wêłî girtim
ewan bêpena û dałde bûn
cêt le diłta bo kirdinewe,
* * *
na’umêdî bestełeke û şaxî şextey
paç û pêmeře naybiřê, nakirêtewe
’eşqî pîroz bexêr hatî!
wextê le çawma hełhatî
temaşa ken!
eweta wa şaxî şexte berebere
ekirêtewe û etwêtewe.