5

Li pirtûka:
Dastanî Heloy Sûr
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 3 Xulek  766 Dîtin
Dastanî Helloy Sûr 5
Bi denga: شێرکۆ بێکەس
lew řojewe ke şax û dax daristanî beryan diřî û
wekû komełî çetewł le berdemî şîrekanda řût bûnewe
pařanewe û kewtine ser çok, lew řojewe řewez girya.
kejan qijyan deskene kird, bepol heło seryan hełgirt.
sengerekan řayan ekird. qełem milî wişekanî xoy
eqirtan. şepol hawarî ekird û eyqirîşkan.
lew řojewe ke kanîyekan, lêłayî çawyan dahat û kwêr bûnewe.
qulapekan yekeyeke masî gyanî
gomekanyan der’ehêna û hełyan edřîn.
werd û kêłge bûbûn be urdugay kulle
gird be gořistanî kulle. tifengekan ser
berew xwar heł’eçniran. heta ekiran
be heremî dîwexanî walî û sułtan.
lew řojewe îtir tirs
em zemîney telbend kird û
bêdengî bû be pêşřew û
yasay jyan
lew řojewe! çiramirdû
bargey hełda tarîkistan!
* * *
lew demeda
pyawanî xwên û hetawdiz.
pyawanî pût
pyawanî bîr’emarepo
lenaw lingî sozanîyekanî taranda
laslikîyan bo yek ekird,
şifrey heresyan ḧel ekird.
lew demeda
leser şeqamî «pehlewî»
le «xaneda»
çawman lê bû
ciřtyan bo «hendirên» lê da û
kêryan nîşanî «zozk»da!
* * *
leyek katda
dû şa’îr bûm lenaw xomda
lew řojewe
destikêşêkî asnînim le dest kird û
destim benaw diłma řada
geřam.. geřam
heta milî şa’îre xoşbiřwakem girt
hełm kêşa û dûr tuřim da.
* * *
ew şîrey destî peřandim
fêrî kirdim
şî’rekanim
bikem be şîr!
* * *
hawřêkem!
bot nûsîbûm
be kêwekanî şî’reket
biłê, boçî
pestin... egrîn?
bo nazanî
ey hawřê?!
ew kêwey hełoy tya nebû
pê nakenê!
* * *
hawřêkem!
emřo darxurmayek witî:
ba byaban cê nîştem bê
ke xoşewîstî řegî xoy
be azara şoř kirdewe û
geyandye aw
bałinde xoy peyda ebê û bom exwênê
«ba» xoy dêt û emdiwênê
* * *
hawřêkem!
bo lat seyre?
zor car syaset pyawêke kete û wirgin
şepqeleser
pîre û bełam genc enwênê
em kabraye
efendîye û serřûtawe û
cantabedes
sed gîrfanî bo cilekanî kirduwe
herçî zimane pêy edwê û
nawîşî:
- berjewend- ye!!
* * *
hawřêkem?
eweta wa
sinûrekan bûn be gasin
beser kêłgey leşî minda
dên û eçin
were piştim hełberewe
çî ebînî
- çon nazanim!
nexşeyekî kurdistanî
encin.. encin.