4

Li pirtûka:
Dastanî Heloy Sûr
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 4 Xulek  933 Dîtin
Dastanî Helloy Sûr 4
Bi denga: شێرکۆ بێکەس
wa îstake
furat û diłim dirawsên
ew sitranêkî ẍemgîne û
şepolî kenar eyjenê û
diłîşim jûrêke tarîk‌tarîk wekû gundî qendîl.
şewanêke
xem çawî xemî tenîştî tya nabînê
min lenaw xełwetî «mey»da
hemû şewê, da’egîrsêm
pêk çiraye û eyxeme şwên nehênyekan
milî xeyał.. berew gerdûnî nawewey
gyanim enêm..
ke pêk hoşim exwatewe
estêrekan řam ejenin..
ke pêk serim lem nexşeye ekatewe
bedway yekda xewnekanim
leser mêzî wenewzderî
berdemî dway
nîweşewm da’ebezin.
etwêmewe
ey gyanî min.. xot ezanî şewanêke
xem çawî xemî tenîştî tya nabînê
şewanêke řayełî azarekanî
bêsnûr û kotayîye
min mestêkî bêqaçim û
şwênkewtûy dway termî xomim
nařomewe
gilênekem xot ezanî
małim heye hetakû min biřomewe?
şewanêke betenya pêk
meger azarim siř bika û
leser řanit tenha tawê
gêjenî naw serî mandûm bisrewênê
firîştekem bêne řanit
min emewê îste binûm
min emewê îste...
min emewê...
min...
m...
* * *
serinc řuwa
bo nehatî?
ta hîç nebê gwêyek bigrî,
lew lawkey ke îsteke
le şimşałî şwanêkewe
le qedpałî bê darbeřûy kejekanda,
awaze êş le singimewe heł’emjê û
eyřêjête naw sengere çołekanî ferhadKesewe
ne ferhad dyare û ne şîrînKes
bo nehatî?
min etirsim wam lê bikey ke werzekan
be çwar deste termî ẍerîbîm hełgirin
hełî girin û êwareyek.. be xorinşîn
xoyan biken be naw gyanî matî toda
min etirsim lew sateda
befir řêgey diłdaranî şarekemî girtibêt û
kes dyar nebê
zuqim û serma dest û pencey
dirextî le go xistibê
mel û bałinde dyar nebê
nîgam řuwa
bo nehatî?
wa bûm be hełmî ser furat
bo nehatî?
* * *
aram hewrêke be pêç û jar û jenge
baranî tya bend kirawe
hêlane çołekey diłî bawkêtî min
zerdemarê wa lenawya
bałî fiřînim bestirawe
dêmewe lat?
ey «heło» gyan dêmewe lat?
destekanim dû liqî wişkî dirextî
tînûy leşmin
le kenarî durgey limda ebne zuxał
nehate sałe heło gyan nehate sał!
şare mêrûley qiłîşî berdemî min
dawyanete çawî aw û derîdênin
tarîkistane heło gyan tarîkistan
beser serma ey heło gyan
dałekan xule xulyane û le êstewe çaweřwanî
dem beyekdadanim eken
eyanbînim.. nizim efiřn
eyanbînim.. dêne xwarê
çon bitgemê ey heło gyan çon bitgemê
řêgekanî nêwan min û çawanî to
be daristanî nêze tenrawin
řêgekanî nêwan min û goyje
çeqon çeqo!
de řuxsarî giryanawîy xotim tê ke
ba em şî’rem pełey xemêkî tir bidat
min ezanim her kiłołî û
şî’irit bo becê ehêłim
wek bapîret boy cê hêştim
nehate sałe
heło gyan
nehate sał.
min nazanim ey heło gyan
dêmewe lat,
dêmewe lat?
* * *
silêmanîCih geřekî ezmiř- jimarey xanû
224
daye!
daye!
kuřeket êste qeqnese û
le mexferêkda esûtê
kuřeket zamêke wêł û
bem řojgare
le gwê furat
des be pirçî xema dênê û
ser kułmekanî maç ekat.
daye! furat hawřême
namoyî min exwatewe
şew dê bo lam
letekmewe leser çirpa şikawekem
řa’ekşê
ay ke diłim edatewe
ta direngan, ta nezanê
bałe fiřêy xew le çawma xaw botewe
cêm nahêłê û nařwatewe
daye! furat dergay diłî,
pencerey ser şepolekan
her bo ẍerîbe wêłekan ekatewe
ew ke eřwat
awiř lewan edatewe.
daye!
daye!
madam furat legełmaye
meraq mexo
wabzane xotim laye!
daye tuxwa lebîrit bê
ke çûyte lay goyje û ezmiř
pêyan biłê
şêrko ełê!
bo ew şî’rey pêyan witim
dawmete dest şepolekan
bîben, bîgeyêne «sîrwan»
le bêdengîy nîweşewda
lew kateda..
ke mang şewqî çirakey destî xoş eka û
be kołanî pełe hewra tê epeřê
lew berzewe
îstêk eka û
serinc le gundêkî sûtaw egrê
lew kateda ba gwê hełxen
gwêyan lew hełbestem ebê!
têbînîyek:
pêyan biłê
betaybetî
furat siławyan lê eka!!.
* * *
emřo furatim řûn bînî
tê epeřî û ey wit: kake
ne řinu befrî kwêstanan eçêtewe û
ne awî min ebřêtewe!