3

Li pirtûka:
Dastanî Heloy Sûr
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 3 Xulek  959 Dîtin
Dastanî Helloy Sûr 3
Bi denga: شێرکۆ بێکەس
herêzî şew be leşta etenêtewe
to xakêkî bebřişitî
hemû werzê
her yek û sed gułejanî taze ebřî
herêzî şew be leşta etenêtewe
to pirdêkî řeşpoşît û
bem řojgare
xemî sûrîy em şaxane
beserta epeřêtewe.
* * *
lem şeweda dirextekan bînayîyan:
wekû şûşey çirayekî dûkełxiwardû,
nabînêt û her ke hengaw heł’ehênin
beser yekda ekewn û pel ekutin
her tełezme û eçê be çawî gełada
daristanê hemûy kwêre!
leser tiropkî şaxewe
ke şwaneke da’egeřa û
qołî ekird be qołî goranîyekanya
gałokekey ekird be serînî destî
ewsa îtir daristanî dar beřuwekan
heł’epeřn, eyanzanî,
hîç řûbarê şepolî lê nemirduwe û
hîç diřkêkîş neywêrawe
ser bikêşête małî hîç gułêkewe
îtir heta goranî şwan
kiławî quçî lawik û ḧeyranekey,
lartir leser serî kej û
girdołkekan dabnaye
semay befir û qełbezekan
baweşyan ekird be milî kurdistanda û
genc ebowe em dinyaye.
* * *
lem şeweda beranekêwî şaxî xoy lê bote tewq
eweta gişt pêdeştekan wek řanemeř ebřinewe
şaney heng û hêlanekan
bo durgey merg egwêznewe.
* * *
espekan çořçořey firmêskyan
kewte bin simekan
tewêłyan wek ałay cêmawî orduyek,
le ẍarda cê hêşt û kewtine jêr limewe.
espekan ḧîleyan le quřgyan cwê bowe
mêxekan swaryan bûn
biřwane awzengî çon lepał axuřda
bo qaçî swar egrî!
«espekan ziryanî tûře bûn
leber pêy zemînda meḧałyan yix eda»
* * *
to gwê hełxe ba bizanim
kuruzanewey genim û em zemîne
çon le yek cya ekeytewe?
nałey pelkegya û ew şî’re
be çîda enasîtewe?
to gwê hełxe û min pêt biłêm: gwêt le çîye!
* * *
le seranserî wişeda bizûtnewe qedeẍe bû.
ḧerfêkî zor xirane naw xudekanî ordugawe.
zerdyan girt
sûryan kuşt
şîn her be pirçî xoy hełwasra
sewz awarey wiłatî giryan kira
le seranserî tablo- wişeda
bû be pirse!
* * *
ke gořîçey gułekanyan hełdayewe
tyayanda bû nejaka bû
çawim lê bû bulbulê bo
termî gułêk egeřa
ke dozîyewe pêyan wit: çon nasîtewe?
em nawnîşaney hełda:
guł estêrey silêmanîCih dabû leser
mangî pawaney sabłaxCih y le qaçda bû
kirasî gomeşînekey wanCih û wirmêCih y ekirde ber.
* * *
êwe biłên
ew posteyey ke xwênî xom nardibêtî
neygeyênim?
awêneyek sîmay şax û herdekanim
lê bigořê
neyşkênim?