2

Li pirtûka:
Dastanî Heloy Sûr
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 3 Xulek  862 Dîtin
Dastanî Helloy Sûr 2
Bi denga: شێرکۆ بێکەس
- «aẍa byaFarsî»
- boçî lêreyn?!
deryaçekey serûy «wirmêCih»
asmanêkî dabezyû bû.
peřesêlkey hîlakî çaw
negeyşte hîç layekî û ehatewe
le xwê awda, birînekan, bebê ewey fêryan biken
eyanzanî çon destî xwên ebziwênin
bebê ewey fêryan biken,
eyanzanî be kam ziman xemî deryaçe edwênin
- ey deryaçe nasyawe nenasyaweke emanbînî?
ême dost û kesukarî,
«gelawêj»êkîn karwanman win kirduwe.
- «aẍa byaFarsî»
- «ême le kiwêyn»?
le bestênda ême lim bûyn
wêł bûn le dengî «gûgûşKes»da
destî beser serî nermî,
askî diłmanda ehêna
bełam cexar! derzî hemû qewanekan
le birjangî hełkêşrawî xoman bûn û
xatû guguş
be dêwecamey zerd û sûrî awazekan
řawî askekey ekirdîn.
cexar! cexar!
le bestênda ême lim bûyn
biçûktirîn mindałî «şa»
be çîlkeyek:
«payan»y leser enûsîn!
- qurbantan bîn, agadarin?
- êre kwêye?
şeqamekan řîze tabûtêkî řeş bûn
serekanyan kira bowe
lenawyanda- mu’înî- yekan řakşabûn
ke beseryanda eřoştîn
derelingî
şeřwałekanyan egirtîn
«ewe çon bû ne’emirdîn»?
- êre kwêye?
sereta bû: peykerî bawik û kuřeke dem‌bexende
leser seko hatne xwarê û pêşman kewtin
cantakanyan bo hełgirtîn
le utêlî - aryan - da
kam jûr poşte û řazawe bû
boyan girtîn
- supas, supas!
wextê ewan geřanewe ser sekoke
konezamêkî mehabadCih zor bepele hate laman
- dexîltan bim çawim lê bû
ke bawkeke çawî le kuřeke dagirt
dû sê keřet çawî dagirt
dexîltan bim çawim lê bû
dexîltan bim!
- êre kwêye?
kotayî bû, peykerî kuř û bawkeke danebezîn
pişt le ême û řû le pyawe pûtekanman
heł’epeřîn
kujraw bûyn û hawarman kird
kujraw bûyn û emanbînî:
- ewe mêzere sipîyekey «miḧemede»
bote desmałî serçopî
mergêkî sûrî dûbarey
beharî şar
ewe çoẍey mu’înîye,
beser espî «qudsî»yewe
dewran eka û
carêkî tir
eycoşênê kotełî şar!.
* * *
ey tifengekey «mu’înî»
tenha ew wexte bibûre
le pyawkujan
ger twanîyan carêkî tir
«mu’înît» bo bihênînewe
bitkate şan.
* * *
be diłdaranî şem biłên
ḧerîqê berbote diłim
her ke edwêm
ebê be werzî jîlemo û pişkobarîn
be diłdaranî şem biłên
leber bon û bokiruzî cergî mine
baxan çawyan piř ebê le aw û, kejan
hemû wekû daykim egrîn.
be diłdaranî şem biłên
ba be derunma hełgeřên
bełam hêwaş, neba peyjey
êskim bişkê
wa ekewm!
be diłdaranî şem biłên
ba des bene pelî şem û
lenaw diłma derî bênin
derî bênin
ba bisûtêm ew nesûtê!
* * *
xo embînin!
min sûtawim û leser textî nawçewanim
gułan eřwên
ey diłdare awarekan!
temaşa ken
wird binewe kam guł, şewqî çawekanî
egate şewqî çawanî,
gułałey xwên.