1

Li pirtûka:
Dastanî Heloy Sûr
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 4 Xulek  1425 Dîtin
Dastanî Helloy Sûr 1
Bi denga: شێرکۆ بێکەس
«ademîzad qet bo ewe nexułqawe ta bibezê!
eşê mirov têk bişkênrê bełam hergîz nabezênrê.
êrnîst hîmnigiwayKes
le řomanî «pîremêrdu zeryaNava taybet»we
hewr teterêke xêra û mijdey sewzî
em barane eda be to
biço berî
biço berî û
le xoşyanda têr têr bigrî!
zor demêk bû, aso wekû
şa’îrêkî tenyay çawşîn
anîşkî dadabuwe ser kel
ẍemgîn.. ẍemgîn,
ber pencerey çaweřwanî geřanewey
bałindey wişey girtibû
beyanîyan zû
janî nenûstûy ew, ebû:
be namoyekî geřîdey serhełgirtûy
şax û dołî
wiłatî tem
wiłatî xoy
le engoreşda, henasey
ebû be kizebayekî
baweşênker
bo agirdanî birînî piř le pişkoy
serincî wêł efřî û eřoy
lew serewe, birjangî teř ehatewe
hîç dyar nebû kip û xamoş
hîç dyar nebû kip.
hîç dyar nebû
hîç!
* * *
bałindekan le koçda bûn
řêge win û koç bêwade
hetaw: le tema xinkabû
zerya: karwanî qût dabû
hewar: dûkeł, wişe: nimey
nebarîw bû.
çawî şa’îr dû estêrey
xołemêşî, lenaw serda
qetîsmaw bûn.
destî şa’îr dû liqî wişkî
darêkî le daristan becêmaw bûn
yarî şa’îr,
dû swêske memkî sipîlkey
le binarda serbiřaw bûn.
* * *
ziman demî gwêzanê bû
řûmetî aram û oqrey,
kiçî xorî qaş qaş ekird
diłopî sûr tikaye ser:
şewî temen
bûkebebaraney xwênîn bałay to bû
hejarî gund, hejarî şar
kołan.. kołan.. telan.. telan
eyangeřan.
ey bała’awêney gułîn!
to eřoştî û çawim lê bû
hengaw, hengaw ledwatewe
mêjûyekî taze eřwa!
* * *
řayan kird û małyan çoł kird
řayan kird û agiryan berdaye bêşke
bêşke girya û bû be zuxał
řûbaryan kuşt.
řayan kird û małyan çoł kird
abřû melêkî sipî bû
xistyane naw
qefezî singî ferhadê û
hełyan girt û birdyan bo şa
abřû serpoşî kêwan bû
dayan beser termekemda û
birdyan bo şa
dway qaqayek ke «şa» serêkî hełbiřî
melî hênaye derewe û
leber qaçî şabanûda serî biřî
em careyan danewêwe û
beserpoşîş
pêławekanî pêy siřî!
* * *
eweta wa
le pirsey řûbar û şaxa
şayîy merg û birsêtîye
kat: kulleye
çawî kêłge û çira exwa
eweta wa
kurdistanim belemêkî sergerdane
řwew gêj û gerdaw eřwa
* * *
werin gwê le xwênim bigirin
tawanekan binûsnewe
çon ejmêrdirên?!
werne ser minarey dengim û
«qełay dim dim» êkî taze
bixiwênnewe.
kê etwanê gwêy bo bigrê?!
kej kiçêkî biskisewzî
leşzêřînî çwardesał bû
be zîndûyî
eyan pestaye gořewe û
piř be derbend, eyzirîkan.
* * *
wa dûbare her heman toř
girtimyewe
to awřê biderewe
çon tořêke:
wirdemasî qetîs eka û
gewremasîş sûk û barîk
lêwey eçête derewe.
* * *
êwey ey gewre pyawîne
pyawanî diz
pyawanî pût
çawman lêye:
lenaw lingî taranewe ser derdênin
legeł xotanda wek cantay,
řeşî destitan
utêl.. utêl
şeqam.. şeqam
řûzerdîtan egeřênin
êwe ey gewrepyawîne
pyawanî pût
çawman lêye
be řîz camane da’egirin
day egirin û perde û kulley dewrî çirpay
sozanîyekanî taranî pê egêřn!
min ew şa’îre naskey
řabirdû nîm
herçî gułê ke hełwerî
têr boy bigrîm!
* * *
em beyanîye termekey
dwênêy xom naşt!