10

Li pirtûka:
Dastanî Heloy Sûr
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 5 Xulek  1163 Dîtin
Dastanî Helloy Sûr 10
Bi denga: شێرکۆ بێکەس
dîwarî tirs û bêdengî dirzêkî gewrey tê buwe.
nek kûleke êste bang le kêw da’edrê.
ne dwan ne syan ne çwar
sêdarekan beřîz eçne naw mergewe û pê ekenin
îste paytext kargey merge û şarêke şûm
be yeksanî, giryan beser
afretan û mindałanî kurdistana dabeş ekat
îste paytext, hemû, hemû beyanyanê
dest û pilî xwênawîy xoy
lenaw dîcleda eşwat û
dîcleş her tifî lê ekat!
dîwarî tirs û bêdengî dirzêkî gewrey tê buwe
haje çon lenaw gerûy şepolda der’ehênrê?!
kê etwanê give û lûre lenaw derûnî ziryanda
hełbikenê?!
kêrd çend řoçê ewendey tir
berew jûrtir xwên heł’eçê
dîwarî tirs û bêdengî qiłîşawe
xwên çiraye û dagîrsawe.
* * *
ey hełoy sûr!
hełokanî dastanî nwêy kurdistanim
le sêberî bałtanaye
ejîn, eřon deng heł’ebiřn
şî’rekanim!
* * *
ey hełoy sûr!
hełokanî dastanî nwêy em şaxane
ke hatnewe:
xemî zerdî em deştane şîn bûnewe
ew gomaney şewan direng,
mangî giryaw serî exsite pencerey,
bêtruskey diłyanewe.
řûn bûnewe.
liqî dirext gopkey bizey derkirdewe
şax tewêłî girmołebûy
le binarda hełgirtewe û..
le hewra hełî kirdewe!
* * *
ey hełokanî dastanî em şaxane
řojanê bû
kurdistanim keştîyekî berełłay naw
gerdawêkî řeş û tûş bû
êwe çûn û carêkî tir girtitanewe.
* * *
min xerîk bûm
le tînwêtîda bixinkêm
ke barantan bo barandim
min tirs řoḧî ekêşam
ke hîwatan lenaw gyanda bo řwandim
min xerîk bû.. nehengekanî tarîkî
qûtim biden
wextê çiratan bo nardim
ey baran û hîwa û çira
ey sê bira
madem ew care nemirdim
hergîz namirim!.
* * *
ke kêrd polehełoy bînî
sûr eçnewe
beser demî tîjî ewda
berew gizing epeřnewe
ke kêrd zanî beçkehełoy
tir, bał egirin
xewî ziřa
kêrdekanî emlaw ewlay ko kirdewe
kêrdî sê‌la
leser hesanêkî taze
demî xoyan tîj kirdewe
kewtine řêga
karwanî hełoy berewjûr
be şwên agirda egeřê
heł elerzê
karwanî hełoy berewjûr
befir exwat û lenaw befra heł ekuřmê
qînî sê‌la
gwêzanêkî sêgoşe bû
pîlanêkî sêgoşe bû
eweta wa
pîlanî sêgoşe eřwa
tund nawqedî- hekar- egrê
dupşikî sê çizu eřwa
eda be leşî hełowe.
pîlan poşte û pîlan têre
heło řûte û, heło birsî
bełam pîlan serî şoře û
heło serkeşî serbestî
eweta wa
sêgoşey kêrd
kiław û mişkî xêłekîy naw «hekarî» leser nawe
xêł: xencerêkî kirmancî şel û kwêre
xêł: bê «sere» û pişîleyekî kêwîye û
çiřnukekanî hî xoy nîn
xêł: mêjûyekî nûstuwe û
berazêkî zamdarkiraw.
karwanî hełoy berewjûr
coge xwênêkî meyîwe leser sinûrî
birsêtî û tem
xêł û şaław
şaxî befir û
telbendî daw.
* * *
heło le lutkeda nebê namrê
ber le dwa koç
bał le xwênî xoy werneda û
asman negrête baweşî
oqre nagrê!
* * *
ey lawkî hełoy sûrî
nawçey hekar
gwêman le sozî birînte
çende qûłe û çend berîne!
ey kêwî dastanî hełoy
sûrî hekar!
çawman le xwênî řijawî,
kiłpesendûy
serî lûtkey agirînte
çend betîne!
* * *
pendî řêgey
koçî berew jûrî heło
bo hełfiřînî sibeynê
lejêr bałda
bû be pişko
* * *
hawřêkem
boy nûsîbûm:
kem kes zanî her heman řoj
- ew- zerdepeř le «hekar»da
şehîd kira
kem kes zanî her heman řoj
bangî şêwan
le dałanî mexferêkî byabanda
«gułe»y jinî janî girt û
kuřêkî bû
kem kes zanî.
kem kes.
kem!
* * *
ey şa’îre bêdareke
legeł şaxda toyş bêdarî
çawit wekû çawî heło
asmanî berîn epêwê
řêgekan exwênêtewe
le hełdêranî dwênêyewe
serkewtinî lutke fêr bûy
şî’rekanit şaxewanin
beser piley xiz û lûsda heł egeřên.
şî’rekanit pêstî dest û pil û qaç û qule naskekey
dwênêy xoyan wekû kajê fiřê dawe.
ey şa’îre xemxoreke
to bêdarît û emşewt
piř le řehêłe û baranî sûrî şî’re.
* * *
poleheło sûr eçnewe
gułcařêke asmanekem
emşew şî’ir
lewe naçê xoş katewe
lewe naçê em hewarî
sere şeydayem cê bêłê.
min emewê pişûyek bem
ew, sawaye û cigergoşe û
xoy heł edate ser singim
singim nwałey wişeye.
min emewê pena bigirim
ew be bawe ebarêt û
dête berok û singimewe.
singim xakî em ’eşqeye.
min emewê cigereyek dagîrsênim
ew agirê le naw naxma ekatewew
be małewe emsûtênê!
emşew şî’ir
lewe naçê xoş katewe
ey řêjney şî’rî betaw!
dake û dake
çawî hewrit qet lêk nenêy
dake û dake
wam le - ber - ta, ẍerqim bikey
ẍerqim nekey nageme qûłayî ’eşqit
ẍerqim nekey ne to û ne xwa û ne kurdistan
ne xewnî şepol û gêjen.. hîç nabînim
ẍerqim nekey!
çawim lenaw hajetaye
şimşêrî sûrî birûskey
şî’rî emşew!
- lêm de- bo ewey em leşe
bibê be yek parçe kiłpe
wişe neçête kiłpewe danagîrsê
dengî hełoy sûr nabîsê
ey çexmaxey şî’rî emşew
lenaw xota bimtiwênewe
ta bitwanim bitnûsmewe û bitxiwênmewe
emşew şî’ir lewe naçê
xoş katewe
ew ebarê û her ebarê û
min dastanî hełoy sûrî
em şaxane exwênmewe.
emşew şî’ir lewe naçê
xoş katewe
hewr teterêke xêra û mijdey sewzî
em barane eda be to
biço berî
biço berî û
le xoşyanda têrtêr bigrî!