birsêtîyekî koçer

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  426 Dîtin
be darxurmay ber jûrekem
wit: ke serencim be serta
heł’egeřêt
eřûşêt û zamdar ebê!
pelêkî hate jûrewe:
lepêşda yekem darxurmaş
wekû çinar
bejin û bałay safulûs bû
bełam řojê
birsêtîyekî koçerîy
girinicgirnic
ke hêşûy geyîwî bînî
baweşî bizrî pêda kird
çuwe serê
ke hate xwar
hemû bejnî darxurmakeyş
bû be piley
girêgrê!