şemendefer

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  523 Dîtin
şemendefer, fîşkey kird û
hêłî asnî hełlûşî
leser çirpay yekem wagon
«sek»êk be pałkewtinewe
bîrî lewe ekirdewe:
«dergay połay, qaym leser
řence pak û ẍemgînekanî «şîkaẍo»
daxsituwe!»
leser kursîy duwem wagon
şî’rêk çû buwe ser çîçkan û
bîrî lewe ekirdewe:
«key egatewe naw diłî yarekey û
îtir nayete derewe!»
leser erzî sêyem wagon
kilîle kirêkareke
eyut: «egem
ber le «sek» û dergay
poła ekemewe
xem, ber edem
ke şî’rîş xoy kird be diłî dezgîranda
lem dîwewe, xom dergayan
kilîl edem»!