bîrkewtinewe
Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
1 Xulek
661 Dîtin
bałindekan her leber şînayîy asman
nîye, efiřn.
serçawekan, betenya her
leber hajey řûbarekan, hełnaqułên.
dirextekan her leber cwanî liqupop
sêber naken.
befir her leber zistan û şêre befrîne nabarê.
esp betenya her leber:
awzengî lêdanî swar û ciłewî şil
nadate ẍar
«ba»yiş her leber lerînewey
daristanekan heł nakat
toyş em dîwane betenya
leber nawî «şêrko bêkes»
pesend nakey!
nîye, efiřn.
serçawekan, betenya her
leber hajey řûbarekan, hełnaqułên.
dirextekan her leber cwanî liqupop
sêber naken.
befir her leber zistan û şêre befrîne nabarê.
esp betenya her leber:
awzengî lêdanî swar û ciłewî şil
nadate ẍar
«ba»yiş her leber lerînewey
daristanekan heł nakat
toyş em dîwane betenya
leber nawî «şêrko bêkes»
pesend nakey!