kitêbe hejarekan

bo «gorkî»
Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  399 Dîtin
le erşîvî namexaney dwa qeysera
herçî kitêbe hejar û birsîyekan bûn, kewtine cûłe
le řîzî xoyan yaxî bûn
hemû çûne yek řîzewe.
gird bûnewe û, peřey seryan na be serî
yektirewe.
bûmelerzey xopîşandan
serujêrî namexaney gewrey lerzan
kitêbêkî kurtebney ser řûtawey pêşewayan
hełbiřye ser qełandoşkan
hawarî kird:
«dawa ekeyn bixrêyne pêş çawî kêłge û řûbarekan
dawa ekeyn kargekan bimanxiwênnewe
bidrêyne des sinewber û hetawekan»
lew berewe herçî kitêbe wirginey borjiwa bû
leser řefey berzyanewe, kewtine teqe
sedan kitêbî řûtuqût
xiłtanî xwênî dêřyan bûn
bełam hêrş nebřayewe
ta dwa řefey berz gîra û
ałay wişey sewz û sûrîş
kewte şine û şekayewe!