swarêk

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  352 Dîtin
le «vêtnam»da
şaxêk henasey hełkêşa û
çemî şewêkî hełmijî.
wextê henasey
dayewe,
le demyewe
xor swarêk bû hate derê û
lenaw beyanîy
derûnî
«hoşî mine»da, dabezî!.