derzî / karîkatêr

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  438 Dîtin
tepłî sikê xoy hełmałî û
be fîkeyek
bałekanî wek ’eleşîş gîv kirdewe.
sik fûy kirde xoyî û awsa
awsa, awsa
heta berpêy xoy şardewe
lew sateda
derzîyekî nustû hesta
ke řawesta
sik fiş bowe,
’eleşîşîş be fîkey naw
hemû dinya
carêkî tir, gîv nebowe.