çend mişte ḧerfê

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  503 Dîtin
çawim lê bû, hełbestêkî «garsya lorkaKes»
hestaye pyan
beramberî pexşanêkî «ẍesanKes» hat û
leyek katda, lenaweřastî «ẍernateCih» û,
«qudsa» herdû
tund tund yektiryan řaweşan,
ke têkeł bûn û hełřijan
miştê ḧerfyan bûn be çek û narincok û
xoyan hawîşte naw destî
şořişgêřan
miştêkî tiryan bûn be nan
miştî dwayîş bûn be guł û
xoyan da le:
sing û memkî
oxjinî kiçî dezgîran!.