pêwane

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  781 Dîtin
mêjû hat û bałay xoy girt
be bałay xemekanî to
xemekanit yek dû qulanc
dirêjtir bûn!
ke zeryaş wîstî qułayîy
zamî xoy û to bipêwê
hawarî kird û
xerîk bû
ew lenaw toda
bixinkê!