sefer

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  953 Dîtin
wişekanim xiste naw cantay
sermewe û, seferim kird
le paytextêka dabezîm
cwanî hêna bepîrmewe û
ax û ofî lê wergirtim.
katê diwayn
ne ew hîç le min têgeyşit
ne minîş hîç lew geyştim
«ser»m kirdewe, sê wişem
lê derhêna:
«fîz»m nard, ta
xemekanim wird katewe
wek çon řoyşit, wayş hatewe
-kes têm nagat!
«tûřeyî»m nard
basî mêjûy serim bikat
hatewe pest
-kes têm nagat!
em care «xoşewîstî»m nard
ke hatewe legeł xoya
«ziman»y şarî hênabû
ke leber demma hełîřişt
herçîm ewîst le nawya bû.