le dûrgey xewî ziřawî şa’îrêka

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  655 Dîtin
1-pestî:
pestim,
pestim wek kêłgeyek hewr
zyad le carê
be ser serya tê bipeřê,
tê bipeřêt û nebarê!
pestim,
pestim wek ew qume awey le sengera,
řija û negeyşte demî
pêşmergeyek, şehîd kira.
pestim wekû serçaweyek: lîxin kirê.
wek meçekî honraweyek
zincîr, kirê
pestim wek ew pêkenîney:
ke dagîrkerim eygirê.
pestim, pestim
wek se’at pêncî êwarey
bîst û noy mangî «no» pestim!
2-mang:
dway geştekey «erimistirong»yiş
mang, her yar û diłxiwazme
em careyan: yarê nîye
gêloke bê û nexwêndewar
em careyan: şoxuşeng û řoşnibîre
mangî nazdar.
3-leyek kata:
leyek kata
xom tîẍim û xoşim biřîn.
derdim wek çon dermanîşim.
pêkenînim, herwaş girîn
leyek kata
4-deng:
dengim espêkî gilawî girdî řeşe
pêy le awzengî hawarî,
xoy gîrawe.
dengim gomêke, ke pirdî
sedey bengêşî bîstemî
tya xinkawe.
5-çarenûs:
çarenûsim, lew dozexî xwênedaye
lew biłêsey şewedaye:
zyatir, řegî bûnî êstam bisûtênê
zyatir, pêstî tepłî diroy
dehołjenî pirsey aram, bisûtênê
çarenûsim, çaweřwanî nêzeyeke:
serî «nûstinim» hełgirê
çaweřwanîy lafawêke
bałexaney serşeqamî şarî mirdûm
legeł hajey xoyda berê
6-kełeşêre bê popnekan:
leser dîwarî bê dergay şarî nûstûy,
nîweřwana
le wiłatî, demî mêşk řojwana
le mezatxaney des û çaw firoşana
le paytextî mirduwana:
kełeşêre bêpopnekan, eqûqênin.
be ser parey kiřkewtiwa, eqûqênin.
be ser çałî cergî hezar,
«pîremêrd û pîrêjna», eqûqênin.
be ser qijî dirextî ser
şeqamî pirsey řinrawa, eqûqênin.
leber awêney bê piştî
cîwe mirdûy kiřênrawa, eqûqênin.
kełeşêre bêpopnekan:
be ser «garînî» êmeda,
eqûqênin!