bengiladîş

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  564 Dîtin
1
dûřyanî çawman lenaw:
diłêka yekî girtewe
qurbanêkan řêbwarî bûn.
le şewêka yekman nasî
tarîkîy qisey ekuştîn
le şewêka, estêrekan řifênrabûn
yekman nasî, le katêka
-mirdin xoy bejîn enasî.
2
leyek eçin:
bergî azarî herdûkman.
beqed yekin:
bejnî xwênman.
wekû yek wan, textî ałî nawçewanman.
duwaneyekîn:
be yek sikî birsî û tînû ledayk bûyn.
3
le şayîta, şehîdêkim heł’epeřim.
le sařêjbûnî birînta, min dirextêkî giryanim:
berî – bize - bo to egirim!