mor û nawçewane řeşekan

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  611 Dîtin
to le kwê bûy? ke řêgakan diłyan le miştî qonaẍî
mirdina bû, da’egîrsan, eçûne naw:
emisteçawî tarîkîy dastanewe, etwanewe
etwanewe, emirdin û ejyanewe!
«pwazekan leser liqî dirextekan sema eken
estêrekan exrêne naw zelkawewe»
to le kwê bûy ke nan le dema egrya, eyqirîşkan?
to le kwê bûy ke birîne řêbwarekan
řêçkey karwanê bûn, mandû
be hewraz û girdî xwêda heł’egeřan?
«kotrekanit lenaw xudey asnînî serbazêka,
heł’enîştin.
tûlemar danî jehrawî bo eřiştin»
kwa kuřekem dizîwtane bimdenewe!
kwa mêrdekem?
barimteye lecêy biřnewê ke řawî yekanekanî pê ekirê!
kwa şî’rekanim?
le dadgada şayetêke morî kuştinî pê ekirê!
to le kwê bûy ke cûtyare bê cûtekan le banîjey,
serî gundî serbiřawda, towyan ekird
be kêłgekanî xwênewe?
řûtełekan be giř xoyan da’epoşî
to le kwê bûy ke mamzî çawî kêwîy diłxiwazekem
tancîyekanî «mişîr aẍa» řawyan ena!
«beẍdaCih, dełedêwê bû ewsake
lenaw lingya xot ḧeşarda
to lewê bûy?»