serçopîyek le sûtana

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 3 Xulek  592 Dîtin
dergay beheştî «gatakan», daxrawe
dozex: edwê
agir: eřwê
dergay beheştî «gatakan», mor kirawe.
be moxî sûrî – mezde -kan, mor kirawe.
şeytan, le pêxefî xwada enwê
ejdeha, berî serçawey gundekemanî girtuwe
«kê etwanê aw azad ka?
kê etwanê mirdin lepêş wexta bang ka?
kê etwanê?
kê?»
dergay beheştî gatakan, daxrawe
demî kulle wa le çawî hemû gułegenmêkda!
hetaw, piştî komaweye
lejêr barî tarîkîya komaweye,
le çawî kiławřojney birînekanî xoyewe,
eřwanête – xakî şehîd -
eřwanête, mangî kujraw
eřwanête, memkî biřřaw
eřwa...
«hetawî komawe tenya lenaw,
asoy xwênda ebê piştî řast bêtewe»
dergay beheştî gatakan, daxrawe
kê benaw dozexa eřwa?
kê agir eka be çepik,
eyxate ser zamekanman?
kê «xor» ekatewe berî řojekanman
kê, kê?
dergay beheştî gatakan, daxrawe
řiq, dîwarêke binaẍey le gořdaye.
řiq, xwardinî bitekane.
şar, pasewanêke heta
defterî çaw epşikinê.
şar, daykêke
şîrî mindałekanî xoy eřjênê!
meçekêke, pencekanî xoy řaw’enê!
şar, çawêke
gilêney xoy der’ehênê.
mizgewtêke, minarey xoy eřûxênê
«kêye, hengawî awarey «mewlane» ko bikatewe?
carêkî tir,
henasekanî bijmêrê
kêye? kêye?
-le çawya bû, ke hewryan kuşt!
-le diłmana, hîç nebarî!
zemîn: şayî lenaw pirsey şewekanî
xoyda, gêřa
-ey katê baranyan bend kird?
-lafaw le bîrî êmeda bo hełnesa?
bo, heł ne...
dergay beheştî gatakan, daxrawe
liqupopî dirextî ziř, sêber bo temenî kwêrî
hawînekanî xak ekat
- xakî şehîd çaweřwane -
çaweřwane, kemerî werzekanî ew xorî pya ken!
çaweřwane, řûbarekan hełgîrsênin!
agir, bikene jêrî darî ziř û
- çawtan řim bê û be mirdina bîçeqênin -
bangî ken bo: ahengî naw bestełekê
hawîn xoy tya fênk bikatewe,
«katê hawîn diłî fênk ebêtewe
şehîdekan, tînwêtîyan şikênra bê»
- padşakan - le hêłekda aw bo borepyaw ehênin.
be gwêy keřda eçirpênin.
sułtanekan, çawyan wa lenaw wirgaye û
wirgî yektir edemênin.
«ey serdemî hewr kuştin
baran biřan, le asmanî xwênda heye?
ey serdemî hêłek û aw
tînûyn, xwênîş exoynewe!
ey sedey genmî jehrawî
birsêtîy kwa lêburdinî le la heye!»
dergay beheştî gatakan, daxrawe
tirs: kołane û xoy le şarewe pêçawe
diłdarekan pyayda eřon.
diłdarekan: be nîweşew berebeyan heł’esênin.
dergay beheştî gatakan, ekenewe:
le samała, egirmênin.
behar lenaw payîzda eřwênin.
bo gułî zistan exwênin.
«mame xemem, řeşebay azarî wêłe,
fû be gerûy dengima ekat.
leser banî hemû małêkî şehîda,
wekû ała, hełm ekat
-mame xemem, çaweřwanim:
bo ewey min sûtandinim
řoşnî kat
cêge pêy, řêy
serkewtinim
çaweřwanim bo ewey min kifnî berim:
sûr bibê bo:
destî ser çopî girtinim-.»