to hewrît û etbarênim

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 7 Xulek  1962 Dîtin
le soraxî kanîyeka, zeryakanim le xom toran.
le soraxî baranêka, samałî asmanim toran.
le soraxî minałêka, gewre gewrekanim toran.
bo pirîşkêkî çawî to
řiqî şewezengim hestan.
bo sirweyekî dengî to
řeşebay mergim wirûjan.
leber hozî qutîlkey to
diłî çend kargey çilçiram le xom řencan.
leser kuxtî giryanî to
qaqay koşkî pêkenînim pêda řija.
leser ḧesîrî jêr leşî zistanî to
beharî ortey jêr paşam hat begja.
kurdistanim!
lenaw nîgay xorinşînî hejarewe to ebînim.
le mangî dasî gîrawî cûtyarewe to ebînim.
kurdistanim!
ewe hewrazî janî min, pya serkewe.
ewe peyjey bałay keneftî şî’rî min,
pya serkewe!
ewe, ewe sehołbendanî awêney
lerzilêhatûy çawekanim, tya derkewe
ewe pêwendî řojanî bendikirawim
perasûy singî şewgarî bendîxaney pê bipêwe
«bi y di ř wu ř e we»
bîdrûrewe, ew birîney be darşeqî xamekanim
qonaẍî şextey derbendî samekanî toy biřîwe.
ew birîney êşekanim şabaş eka û,
le zemawendî peykułî axekanma hełpeřîwe.
ew birîney karêzken û karêzîşe
ew birîney řêbwarîş û řêbazîşe.
kurdistanim!
to tasey maçî xewêkî û lêwekanim ethênne dî!
kurdistanim!
to hewrît û etbarênim
to kêłgeyt û minîş pełey
dengî sewzit têda edem.
to şanoyekî hetawî û minîş perdey
sêber, leser dastanekanit la’edem.
to minît û minîş legeł
hengawekanî serincima etgeřênim.
nîştimanim!
le paytextî sêdareda laşekanim
bûn be sinewberî giř û berew asmanî xwên hełçûn.
bûn be kołekey barûtî ser jîlemoy
ew şeqamaney mêjûyan teqanewe.
bûn be řêgay ew řêbware çeqoyaney
birînî nûstûy zîndanyan hestanewe.
her yekeyan bûne ser liqê le řîzî
leşkirî xencerî řiqma û řuwanewe.
be hemûyan bûn be qeyaẍê lenaw zêy
şewekanma û berebeyanyan peřanewe.
řiqekanim, tenînewe
wekû bêşey şêrpenceyek
benaw leşî tarîkîya tenînewe
be paytextî sêdareda tenînewe.
nîştimanim!
lenaw hołî dadgay serî ejdehada
dadpirsekan,
mirdinyan kirde çawîlke û seyryan kirdim.
dadpirsekan, le qefezî êskî derhênrawî xoma
řayangirtim.
terazoke, zirîkey xakî seng ekird
terazoke, be xołemêş
dûkełî mafî ekêşa!
lew hołeda qurbanîyekanî «sîyare»
ałay çawî «dêryasînCih»yan leser girdî
şanî sûrî «may lay» hełkird
kodetayekyan berpakird.
- tarîk û řûn -
êstigey gerûmyan kirdewe
beyanî jimare yekî sedey bîstyan
tya xwêndewe.
***
nîştimanim!
xoşewîstît bałdarêke be bałî zamekanî min efřê.
darmêwêke bołî gilêney şewanî şî’irim egrê.
xoşewîstît hejarêke nanî xemekanim exwat.
sirûdêke bergî notey sengerekan leber ekat.
lûtkeyeke kiławzeřî şefeqî yar leser ekat.
xoşewîstît řeşmałêke ke azare koçerekan
leser singî «feylêkanim» hełyan dawe
furatêke le kanîy leşî – ḧisên -y
kejekanma heł’equłê
xoşewîstît minałêke «wanCih» bûyetî û,
mehabadCih memkî edatê!
xoşewîstît qułingêke wa be destî bûmelerzey
ferhade řeşekanewe û hełgîrsawe.
xoşewîstîm lawlawêke le biłêse û be dîwarî
tarîkîta, hełgeřawe.
dezgîranim!
bangit ekem damgîrsêne û be teymanî dewrî gundî
sûtawî sing û memkita hełm wase!
bangit ekem damgîrsêne û bimde lew qijey tenyayî
leber awêney şepolta day’ehênê.
bangit ekem, bangkirdnim towî çexmaxe eřwênê.
bang kirdinim, hewre sûrey kifnekane û
be ser merga egirmênê.
bang kirdinim, saway maçêkî pişkoye û,
xoy be singî daykekey babeguřguřda enûsênê.
dezgîranim!
nîgam deste û gułî goranî le baxî
tîşkekanit ekatewe û eyxate naw,
gułdanekanî bûkênîy şebeqtewe.
nîgam deste û baznî gizing ekate
meçekî erxewantewe.
nîgam «şam»e û mewlaney tya wenewz eda.
min mewlane demuçawme û şar çemołe!
nagwêzmewe, min emewê çemołekan
leser berdenwêjî nawçewanim biřwên
şimşêrekan aheng le leşma bigêřn
nagwêzmewe, min emewê legeł teterî gulleda,
řaspardey hejaranim pê bispêrin.
nîştimanim!
zerdepeřit giryanêke leser çyay pêłûm enwê û
le estêrkî xewekanma kezîy firmêsk şane ekat.
zerdepeřit ałtûnêke şaxekan le xorî ekiřn
şaxekan eyden le serî pêkenîne kujrawekan.
nîştimanim!
- min zerdepeřtim xoş ewê -
çunke sîmay hejarekan ekate ber qełemekem.
çunke gulley pêşmergekan exate ber hełbestekem.
nîştimanim! çawim lête:
dêyte derê û be pilîkaney gwêzanî řojjimêrta
řuwew řwangey hetawit heł’ekşêy
çawim lête dûkełêkî û le dûkełkêşî zemanî
kargekanî neqłyatî
gwêzanewey kasesera
dêyte derê û, heł’eqirçêy
çawim lête kitêbêkî û bo pîtî yaxît egeřên
bîdoznewe û teqeł lenaw çawî hełden.
çawim lête kitêbêkî û peřekanit tateşorî
ew xamanen meşxełî nûkyan heł’eken.
çawim lête û gwêşim lête
ḧerîqêkî, le şeqamî ḧepesawî
şarî tirsa, ezîřênî
ḧerîqêkî, borîy awî agirkujêneweş esûtênî.
çawim lête û gwêşim lête:
utumbîlêkî îs’afî û ledaykibûn û mirdinit
beyekewe swar kirduwe.
utumbêlêkî îs’afî û şofêrî xwênî ḧuzeyran,
lêt exuřêt û «koyeCih û ẍezzeCih»t beyekewe hełgirtuwe!
nîştimanim!
şest û yek bû, lejêr keprî honraweyekî birsîma
ke sêberî bo wişe mandokan ekird
danîştibûyn beyekewe bazyanman
berew řûy berdeqareman ekirdewe
danîştibûyn bełênêkman bîrî yektir exsitewe
ke dabûman be çîroke şehîdekan
ke dabûman be samałe gîrawekan
řût têkirdim, pîtekanim kewtine lerzîn
neřekanit leser tirsim da’ebezîn
lenaw demma zimanim sersimî eda
şerim çawmî be ber pêma da’ekuta:
ke pêt witim: herd tûřeye û be danî berd
lêwî kendełanekanî xoy ekirojê.
witim ha serim bîke be bine û binke û qulley ewê.
witit: mêjûm burkanêke û pengî lenaw,
gomî sałma xwardotewe û henasey řêy nîye derçê
witim: ha, xołemêşî barûtî hezar sałey
êsqanekanî em kurde û sîtim berê!
witit, hanê û beyekewe teqaynewe.
lew řojewe, xorman kirdote baregay honrawekan.
lew řojewe, mangiman kirdote colaney kujrawekan.
***
dezgîranim!
lêmit win ken, lêm win nabî, henasem şwên «ba»t ekewê.
wişey lawim şwên kiçî nawit ekewê!
nîştimanim
lêmit win ken, lêm win nabî, etdozmewe
le hawarî demî qiłîşî dest û pêy řûtekana, etdozmewe
le hêlaney kone şaxî kotrekêwî daxkirawda, etdozmewe
le namexaney giryawî «kenefanî» û «cemal ’îrfan»a, etdozmewe
le geřekî zincekanî «waşniton»y: nizîk xanuwe
quřekanî silêmanîCih û tenîşt małî «babekirî» naw xertûma,
etdozmewe.
bîneranim!
řêm ken qułîney ser serî çîrokekem
xorî cergî hezar pîrêjnî tyaye.
řêm ken, řêm ken!
řêm ken, postey espî giřî betawhatûy govarekem
name û birûskey nehênîy nîştimanî xwênî tyaye
bîneranim!
eger nexşey nawçewanim
řêy temaşatanî win kird, bîsřinewe.
gwêgranim!
eger řezî dengekanim
hêşûy bîstintanî negirt, bîbřinewe.
xwêneranim!
eger keştîy ḧerfekanim,
tarîkayîy peřanewe, bîxnikênin.
ger dîwarî şî’rekanim
leber xezney paşakana nûştayewe
bîřûxênin, bîřûxênin
bîneranim, gwêgranim, xwêneranim!