min tînwêtîm be giř eşkê

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 7 Xulek  1527 Dîtin
awim, awim
awî tînûm.
serçawekem le demî şewêkî, swêrda
heł’equłê
cêpêy şepolî xinkawî
xoy heł’egrê.
awî tînûm
řûbarî awatî mandûy řwew zerya
-serhełgirtûm-
be jêr pirdî şehîdî no sałe û
sibeynêda, tê’epeřim
řoxî xwênawîy xom esiřim.
awî tînûm
heta serberew xwar biřom
ta demuçawî ẍerîbîm
le řêgey dûrtira bişom
le tînîwêtîm exurêtewe û, xom her tînûm!
heta dirêjtir bimewe,
heta baweş bo dahatûm bigirmewe,
bwarî tirsim, le çawî melewane pîrekana
qûłtir ebê
hajey gerûm, le gwêy keştîyewane
kuřekana, beguřtir û xuřtir ebê.
awî tînûm
cogeyekim, le kenarma xem şîn ebê
azar eřwê û guł der’eka
çił tacî giř leser eka
xwên bulbule û boy exwênê.
awî tînûm
ximxorkî xwêy zamekanim, emxiwatewe!
pêstî qiłîşawî dêmî
leşî werzî sałekanim, emxiwatewe.
min, firmêskim, çawekanim exwatewe!
min, giryanim, pêkenînim exwatewe!
gomî bêdengîm, hawarî çemekanim exwatewe!
pirsekanî ḧuzeyranim,
cejnekanî mangî martim exwatewe!
awî tînûm
min, tînwêtîm emxiwatewe
şipirzeyîm, diłnyayîm heł’emjê.
henasem, sîm heł’emjê.
birînekanim, cêy saẍim sařêj eken.
zîndanekanim: řûnakîy heł’ehêncin
gunahekanim, nwêj eken.
şewekanim, řoj egirin!
- awî tînûm -
nanî birsîm, hejarekan têrim eken
xorî dîlim,
dîlekan azadim eken.
kirêgirtem, le xanûy tapokirawî
piştawpiştî şarî xoma
min nedîde û nenasyawim,
lenaw hoz û kesukarî dyarî xoma.
çawim, le baxî zistana pişkutuwe.
le daristanî azara pêm girtuwe
darewanêkim, be darî sêdarema,
be petî ber qenarema
be mirdinma, heł’egeřêm.
şaxewanêkim, be şaxî janekanma,
heł’eznêm.
min, tînwêtîm emxiwatewe
min, tînwêtîm be giř eşkê
boye hatûm.
be swarî espî řeşebay şî’ir hatûm
hatûm, hatûm
agirdanî – sardewebûm -
bo pişkoy honrawe hatûm.
towî wişem, bo lay kêłgey bîrim hatûm.
liqupopim, bo lay řeg û řîşem hatûm.
- leş -m, bo lay serim hatûm.
awênem, bo seyrî şêwey
şêwaw û wêłî xom hatûm.
nameyekim be řêy postey xema hatûm.
be nawnîşanî şehîdêk ke gořekey
heta êstaş le gořhełken řa’epeřê.
be nawnîşanî şehîdêk ke gořekey
ebêtewe be sengerê.
ke çekekey
eçêtewe des dirwêney cengawerê.
be nawnîşanî şehîdêk ke kifnekey
mêrge û, gułałey newrozî leser eřwê
nameyekim, xwên nûsîwmî
destî gulle, hełî girtûm.
birûske, pêçawmêtêwe
legeł hewrî baranêkî sûra hatûm.
nameyekim, le bendîxaney gîrfanî nameberda
hêşta bendem.
negeyştim, be yarekem, negeyştim.
lewsakewe, be tenya her:
zerfekem, emxiwênêtewe.
lewsakewe, çawlemistim
tabloyekim, le sinûrî çwarçêwekem
derbaz ebim.
řengekanim, nagirme xo.
şûşey řûpoşim eşkênim.
em řuxsarem esřimewe
min serlenwê
- be newey nwê -
řengekanim egirmewe.
şeqamêkim, le qeraẍî xom bêzarim.
xencerêkim, le kêlanî xom bêzarim.
hełbestêkim, le ziman û řêzmanî xom bêzarim
awî tînûm
be şwên şepolî xinkawî xoma hatûm.
çirayekim, be şwên giřî xoma hatûm.
legeł pepûley firmêskî serkarêzî,
çawî ałî berebeyanî asoda
kewtûme řê.
legeł kotrî dengî sipîy birîndarî
«pîkaso»da kewtûme řê.
legeł dûkełî hewał û bokřûzî
cergî sûtawî sabłaxCiha kewtûme řê.
be fiřokey sengerî – barzanîy - hatûm.
le fiřgey xwênî – vêtnama - enîşmewe.
le małî şî’rî koçerî
«meḧmûd derwêşKes»da îtir ebim be mîwan
- cîkor - ekem be dezgîran.
des legeł – bayron -da egirim.
le şayîy xwênî –lorkaKes-da heł’epeřim.
be jêr pirdî êskî şehîdî no sałe û,
sibeynêda, tê’epeřim.
řoxî xwênawîy xom esiřim.
awî tînûm
- babeguřguřCih, beguř hatûm -
min tînwêtîm be giř eşkê
boye hatûm.
were, ey giř
were, şextey quřgî gelîy tirsekanman
bitwênewe.
řûpoşî ser demuçawî awejûman
bisûtêne.
tarîkîman bixiwênewe.
giłopî memkî kujawey daykekanman
hełgîrsêne.
pişkoy nûstûy jêr xołemêşî mêjûman
hełbisêne
were, ey giř
xoşewîstîy tałman berê
şaney hengiwînman le gełay
darî jałe û – bî -da berê.
çepke gułman le încaney diřka berê.
pêkenînman lenaw şarî řiqa, berê.
were ey giř!
werin, ey şa’îranî giř
werin,
êşkî çawî naw jîlemoy sałî tazey
şî’ir bigirin!
êşkî wişey
nezawî naw – minałdanî -
bîrî sibeynêtan bigirin.
werin,
ey şa’îranî giř, werin!
serçopî legeł biłêsey zemawendî
zaway naw dozexa bigirin.
werin leber:
mangeşewî hełhatû lenaw pencerey
koşkî hewra
ke popeşmînî tirîfey zerdî dawe
beser giłkoy bûkî befra
şî’ir danên.
werin leber:
kiłpey bêşkey sawakanî gundekana,
le berdemî hetawî kiławřojney
mat û pestî, naw zîndanî bendekana
şî’ir biłên.
werin leber:
mîkirofonî serî be nîze hełgîrawî «vêt kongu»y
pêşmergeda, şî’rekantan bixiwênnewe
werin, le kořî diłdare birsîyekanda
lejêr keprî bê sêberî manduwekanda
têçrîkênin
çexmaxe bin, bigirmênin
lêzmey baranî şořşê bibarênin!
awî tînûm
ew çîrokem, baranî behar daynawim.
lafaw, le şarî xinkawa nawî nawim.
awarekanî serzemîn
bo yektirîm egêřnewe.
awî tînûm
hîwayekim, metirsîm pêş xom xistuwe.
bêdarîm, bote řaberim
le her şwênê şehîdekan bimxonewe
le her şwênê ke «çwarçiraCih» û,
«qamşilîCih» û «wanCih»êkî lê bê!
le her cêyek wekû êre:
giř, tîmarî birîn bikat
birîn, bepîr zerdexeney
hełpiřûkawewe biçê!
le her cêyek:
qurbanî, beşwên çeqoda řaspêrê
deẍił, ledûy das bigeřê
mil, beşwên petî sêdare û
qenarey xoyda binêrê.
le her cêyek, qełem bibête minare û
pêşmerge bangî tya bida
le her cêyek, sipêrî xor
destî biřřawî – gîvara -y heq hełbiřê.
le her şwênê, mirdin: bimrê!
awî tînûm
fwarey xwênî mêjûy hełçûm.
ewetey hem, le tînwêtîm exurêtewe û
xom her tînûm.
- darî beřûm -
hezar tewrim xiste giryan
min be pêwe, min be řêwe
ebê bimirim ey: tewrekan!
awî tînûm
newrozêkim, hêştakû nekirawmetewe
nêrgizêkim, hetakû êste neřwawim
befrêkim, netwawmetewe
pirseyekim, hełnesawim!
cogeyekim, le kenarma xem şîn ebê
azar eřwê û guł der’eka
çił, tacî giř leser eka
xwên bulbule û boy exwênê!