azarî řaçłekîn

Li pirtûka:
Kejawey Giryan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  782 Dîtin
le xewma bû, şa’îrêkî dewrî konim dî
le şwênêka, wek byaban, kakî be kakî
katê nizîk kewtimewe lêy, bînîm wa egrî
be destî xem, be destî dił, firmêskî esřî!
witî eger şî’rekanim lelatan mawe
wekû caran, heta emřo, her nefewtawe
pêyan biłê, neyxiwênnewe, byandiřênin
koy kenewe, her beyek car, byansûtênin
ewey ewsa, min witûme, lêy peşîmanim
awejuwe, bergî berî, hełbestekanim
ger lebrîy ew gułaney, bo xotefredan
hełm eda bo ser serî, be naw qareman
ger lebrîy ew hełdaney, bo xitûkey fîz
hełm eda, şêr û řêwîm, exsite yek řîz
ger lebrîy ew gułane, diřk bûnaye!
hetakû bin, le pêstî hest, biçeqandinaye!
dost bûmaye, qisey řeqim, piř be mişt bwaye
pêkenînî şî’rekanim, serzenişt bwaye
çiqłî wişem bo azarî řaçłekîn bwaye
girmey hewrim, bo birûskey řapeřîn bwaye
êweş emřo, weha dîlî tefre ne’ebûn
wa le hîçe, le siktana, gewre ne’ebûn!.