gułî zistan

Li pirtûka:
Kejawey Giryan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  820 Dîtin
ełên: bo giryan? dyarîy emcarey
gułî jakawî naw em beharey,
dił xefetbarey,
honrawekante, hîwaman ewê
weřs bûyn îtir, takû key zistan?!
deba řûnakîy şebeqî beyan,
le asoy «wişey» gyana derkewê.
takû key giryan?
awêney temî berçawit, bisře.
wek korpe, hîway taqaney jyan
le baweş bigre.
eger eşmirî
lenaw beharî, awata bimre!
weřs bûyn îtir, hîwaman ewê.
witim: gelê car lenaw giryana
yaxud le baxçey matî zistana
gułî zor cwantir le gułî behar
eřwê û epşikiwê.
pêm witin: zor car
firmêskî azar
le pêkenînî ser zarî, zyatir
bizey umêdî tya der’ekewê!