darbeřû

Li pirtûka:
Kejawey Giryan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 3 Xulek  1544 Dîtin
1
pêş hezar pişt, řojanî zû
katê hêşta, taze newey
yekemî kurd ledayk ebû.
katê taze, mindałî bîr
lenaw şaxa, pêy girtibû
pêş hezar pişt, egêřnewe
’umrî mêjû
çîrokî pîre darbeřû.
ehênnewe,
le dastanî demawdema
le zistana
le małanî kurdistana
bem şêweye, eyxwêndnewe:
ełên: ewsa zû, êcgar zû
nizîkî êstey hewramanCih
darêk hebû,
darî beřû
pêyan ewt: darî jyan
darî zîndû.
ewende, biřway be xoy bû
ewende, hêzî tya hebû.
be gij, deryay sama eçû
be gij, řeşebada eçû
hênde, geła û liqî piř bû
sêberî bo xor kirdibû
ew serdeme, darî beřû
lejêrewe, řegî qûłî
leser piştî «ga û masî»yeke
dakutîbû!
le popewe, liqî berzî
ta «ḧewt tebeqe» hełçûbû
lewkateda darî beřû
bew core bû.
2
jyan řanawestê, eřwat
be çaw, be bîr, be gyan, eřwat
jîn nasrewê,
dwa nakewê, pêş ekewê
çing naneyek
be dest bê, yan
be bîr be çek,
behêz ebê lawaz bixiwat
heta emřo
em dinyaye herwa eřwat!.
***
darekeman, darî beřû
paş yek dû pişt,
binî řo çû
popey berzî, bo nizmî nîşt!
gełay werî.
melî jyan û awatî
leser teřîy.
dujmin liq û çiłî biřîy
lenaw xoşya,
kirim têy da
mêrûle kewte xwardinî û
kun kirdinî
qefî estûr, kewte řizîn
belada hat
leser laşey piř le birîn
dujminan kewtine hełpeřîn!.
***
behêz ebê, bêhêz bixiwat
mêjû ełî, jîn wa eřwat.
***
darî beřûy, man û jyan
gełay werî
liqî newî
qefî gewrey
kun bû řizî,
belada hat, kewte zewî.
bû be zistan
řiqî tewrî
destî tawan
kerit kertî kird,
dayangîrsan
pêyan germ kird, dîwexan!
le dewrî giřî agirdan
giřî darî beřûy sûtaw
ełqeyan best, dagîrkeran
bû be aheng
ta mandûbûn, ta şew direng
heta darî beřûy sûtaw
giřî sûrî, kujayewe
dwa pişkoy, damirkayewe.
3
dinya le cûłe nakewê
bîr nasrewê.
bełam mêjû hawar ekat
lew katewe darî beřû
binî řoçû.
heta êsta hawar ekat
pêman ełî:
her behêze lawaz exwat
jîn wa eřwat.
***
bełam metirsin, meşłejên!
herçende, kem
çaw eybînê
tirûskeyek bedî ekem!
le konewe heta êsta
nawî awatî lê enên
bedîy ekem!.
darî beřû, binî řoçû
qedî řizî, liqî fewta
leşî sûta!
dûkeł lenaw sikî hesta
mełên seyre, bełam hêşta
beřû, mawe!
mełên seyre, gyanî beřû
nefewtawe!
řegî qûłî, binc û bêxî
beřû, mawe.
hîwa mawe!
berew awî bin ebziwê
bełam řegî tînû ełî:
min le êwe xwênim ewê
çiray bîrî řûnim ewê
çawim ewê, gyanim ewê
hestim ewê,
mêkşim ewê, destim ewê.
ke datanmê:
ewsa berew berzî bo ser
řêga ebiřim!
cergî berd û asin ebiřim
ser dênmeder!
wek caranim, caranî zûm
eřwêmewe
dîsanewe, ejêmewe.
hîwa le baweşim egirim
sirûdî «hêz» ełêmewe
melî jyan, dênewe lam
leser popey, çił û liqim
exwêndinewe
zû bê û direng
mel dênewe
ewsa pol pol ekewne řê
bo kam dirext, şwênî dûre
wek min cergî zewî sûre
dastanî darbeřûy zîndûy
hîwa girtûy
em wiłate, egêřnewe.
zû bê û direng
min her ebê, bijêmewe
ejêmewe, ejêmewe!