beyanîy bê xor!

Li pirtûka:
Kejawey Giryan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  1053 Dîtin
1
řêga dûre, berçaw lêłe
asoy gyanim bedway tîşkî
xorî hewałêka... wêłe.
xeyał: řêbwarêkî mandûy
leş keneftî,
xem dagirtûy,
byabanî mabên.. kêłe.
***
řêga... dûre
tarîkîy em şewey payîz
dinyayekî bêsnûre.
pişkoy leşim, qirçey tasem
giřey hawînî henasem.
çaweřwanî
şemałêkî berew jûre!.
*
řêga tare
sał: bebê werzî behare
qonaẍ wine
xozgey derûnîş hezare
pirsyarkirdin bêwerame
firmêskî çawî nêrgizim
çend diłopêkî nakame
wa nîweşew leser singî
małî xamoşî û bêdengî
çokî dada
qułpî hełda
bo tenyayî, şew besame
***
hewał nehat
şemał nehat
wa beyanîşe xorî min
her heł nehat!.
2
şîrînekem!
zistanî dił, wek jûrekem
wek pêxefî sardusiřim
wekû kûrey bê agirim
tenya û peste
dûr le samał û hetawî
beharî toy xoşewîste.
***
agirî dem cigerekem
lapeřey yadî řaburdû
esûtênê
dûkeł le dił ewrûjênê
ta temen bika be sûtû!
***
heta peřey kitêbekan
wek řengî xom hełbizřikaw
wek çawî xom
wişey çawyan
piř le giryan
lenaw gerûy şewa xinkaw!
***
key kotayîy em şewe dê?!
key firmêskî çawî azar
pêłûy serxewê lêk enê
key der’ekewê kejawey
bûkî behar?
key řehêłey zistanekem
ewestê û xoş ekatewe?!
asom pirşing edatewe?!
key tuxwa key azîzekem
xunçey xozgem ekirêtewe
em dûrîye le nizîkîy
beyanêka ebřêtewe?
ta pêt bigem!
key tuxwa key azîzekem?
***
hewał nehat
şemał nehat
le beyanîyşa.. xorî min
her heł nehat!.