dwa tirûske

Li pirtûka:
Kejawey Giryan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 3 Xulek  923 Dîtin
her awřê edemewe bo dwawey temen
her serincê le řabûrdûy pêşînim egirim
tarîkîye û des le milî jyanim eken
le naxewe firmêskî xwên bo çaw ser exen!
temumje, kwêre řêgay berew hełdêre,
tarmayîye, asmanêkî ser berew jêre.
dûkeł, pepû, gułî sûtaw
şewî payîz, xorî xinkaw!
melî tînû, bałî şikaw
gerûy xozge, dengî tasaw.
***
ey babe gyan, ey ew nazey baweşim nedî
ke minałîm le aramîya, xewî bisrewê
ey babe gyan, ey ew gułey, bonim nekirdî
beyanîm bû, ke jakayt û, cwanemerg mirdî.
her paş bînîn, eşkî kostî, gerimit pê řiştim
be tenyayî, lenaw çołîy jîna cêthêştim
hetîw, bênaz, aware bûn
nanî sûtawî têr nebûn
zistanî şew, kispey derûn
lerzey bizey, lêwî zebûn.
***
ewe daykim, řeşpoşekey małî xamoşî
xezanî bext, le behara, kirdî be payîz.
ewe daykim, daykî nasor, bêwejnikoşî
ewe giryan, giryanî zor, kiřûzenoşî.
eweş xuşkan «firîşte»key beheştî matem
eweş gułe«gezîze»key biçkolaney xem.
lêfey kunkun, çiley zistan
pişkoy kujawey agirdan.
wiřêney şew, xewbizřikan
bo babe gyan, bo babe gyan.
***
înca lawî, famkirdinewey piř diřkî azar
girêkwêrey dem hejarî xeyałî ałoz
dałdey sardî derbederî, cêgořkê hezar
xewî piçiř, şeqamî çoł, dwařojî nadyar
ḧezî deskurt, gîrfanî çoł, xo ḧepsikirdin
be řûy mandûy bextî kifta, qapî daxsitin.
qaçî piř xwên, çaweřwanî
barî azar, perêşanîy
gêrmewkêşey nan giranî
eşkencey dway řastîy zanî
***
ewe yekem, kiçî ser řêy beharî geştim
xoşewîstî wek sayeqey bêgerd û pakim
bo ałtûnî sardî berok, zû becêy hêştim
ta be diroş, firmêskêkî bo hełneřiştim.
înca dûhem, her ke zanî, min bê îş kewtûm
kewte byanû pê girtinim, «têrîy» daye řûm.
nêrgiz bo jêr, pêy tefredan
diřk bo derûn, têwerdan
biřwa firoştin, be herzan.
behar bo naw, gełařêzan!
***
êsteş eger şîrînekem, hîwaye mabê
çawî gyanim: tê biřîbê, xomî pê jîr kem
ewey mabê û, dwatrûskey momêkî tya bê
dwahenasey çarenûsî lawîmîy la bê
xoşewîstîy diłî toye, pirşingî çawte
ber beroçkey paş baranim, wefay hetawte!
meybiře lêm, ba jyanim
aramê ba, be giryanim
heł bê, xorî dway zistanim
bo çawim, derûnim, gyanim.