kejawey giryan

Li pirtûka:
Kejawey Giryan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 8 Xulek  1308 Dîtin
le sengerî zistanî sextî têkoşanî kurdayetîda nehate derewe. ta sîyekanî kewtine řizîn. berew wiłatî řojawa bepîr hîway çakbûnewe çû. paş çwar sał nameyekim bo hat nûsrabû: «letîfKes»y hawřêtan mird û le «kawtinga» naştiman. «kejawey giryan» kejawey honrawey dwacarî maławayîy min bû, le «letîf»y şehîd!.
1
le gořistanî «kawtingaCih»
zistanî jîn,
hezaran xozgey nêjrawî
awatî dił netrûkawî
wa le singa!
lepaş barîn
pepûley kilûy befrî, ber
mangeşewî řê řoşniker
kip nîşte ser
laşey zemîn
le sermada
gełay ber tirîfey zîwîn
heł’elerzîn.
bo hewałî tazey emşew
estêrekan kewtine pirsîn
le taqe řêbwarî hatû.
bo lay mirdû
segî ḧesḧes kewtine weřîn!
***
pîremêrdê, be bazû law
berew «kawting»
guřî xêray, da be hengaw
řêçkey befrî sardî şikan
destî naye bînî zistan
gořhełkene.
paçî xiste ser neřey şan.
***
pasewanekey gořistan
bawêşkî da, xewałû bû
çawî be zor le xew hestan
zincîrî dergay řapsikan
-şew baş
em careyan kêye mirdû?!
-«ẍerîbêke ełên kurde».
- her ewende?
- kurd, nazanî?
- «a, ew geley, le řojhełat
be qurbanîy sûrî ekat
zewîy xebat
řojî lenaw şewa hełkird!
serî bo zordar şoř nekird
le kiřêweda, nêrgizyan
çawî newroz heł’ehênê!
le mirdina, jîn ebînê!
- eyannasim...
min hełgirî şwênpêy hemû
hewałêk û dengubasim
basî gelan.
başe çon mird?
pîr yan law bû?
-derdêkî sextî girtibû
çarî nebû,
le dwayîşa lejêr destî
diktorekana derneçû
şîk bû, law bû
-ay negbetî
-řêm ke, ba zû
gořekey emîş hełkenim
bo sikî sibeynêy xêzan
çend «markêkî» tir bisenim...
-bîrim nebû!
-ha... çî...?
-nawî çî bû?
-nawî, nawî letîf ’elî
***
çuwe jûrê
bo şwên gořê
seyrêkî kird
be pele, qołî lê hełkird
lejêr darî çinarêka
le çepekê, kenarêka,
paçî ta jûr ser hełbiřî
tekanî karî daye xo
nesrewt, nesrewt
ta cergî zewî hełdiřî
înca witî:
-kurdeke, emeş małî to!
***
tirîfey mang bo yekem car
day le gořêkî tazetir
demî naye demî azar
sehołî xem bû be agir!
**
le «myonxCih»da
lawê, leser çirpayekî azar
bebê hawar
dwahenasey jyan eda
lepaş ewey demî miqest
be herdû dest
kewte biřîn, biřînî «sî»
lepaş ewey «dabeşyan kird,
le şûşeda»
be bêdeng, mird!
***
hołî gewrey xestexane
małî azar, małî jane
hawřêy nexoşî desteřast
wek desteçep, giryanî hat
ewendey wit: ay daxekem
bext boy nehat
sisterî xuşkî çend sałe
xuşkî birîn sařêjkirdin!
be nasorî em hewałe
gonay ałî, zerdîy lê nîşt
tarmayîyek berçawî girt
yek dû diłop firmêskî řişt,
çuwe ser cêgay xamoşî
leser lêwar tozê danîşt
be layekî betanîyeke
bo êcgarî
serî «şehîd»y dapoşî!.
***
dûr le yaran,
dûr le bira, dûr le xuşkî
dûr le daykekey kurdistan
dûr le dirawsê û nasyawî
hemû geřekî «ḧacî ḧan»
dûr le seywan
termî ẍerîbê hełgîra
berew kawting
beřê kira.
***
lebatîy xuşk, bawik, bira
lebatîy min, lebatîy gişt
hawbîranî neteweyî
lebatîy çiray «kurdistan»
çawî «nebez» firmêskî řişt
şanî nebez, le termekey
şehîd newî
le řêgada berew kawting
xeyał: awřî dayewe
legeł heniskî giryana
em çîrokey gêřayewe:
***
serdemêk bû, bax bê guł bû
dirext, bebê liq û çił bû!
xanûy zistan, bê agir bû
jûr bêbnimîç!
zewî bê’aw, dayk bê kuř bû!
kiç bebê qij, qij bê ser bû!
awabûn bê zerdepeř bû
memk bê şîr, řez bê ber bû
kotir bê bał, bał bê peř bû
masîy bê çem, çem bê aw bû
şar û gundî kurdistanim
bê hetaw bû!
bê hewr, hawîn baran bû
çaw bê firmêsk, piř giryan bû!
***
lew tarîkayîy çawnebîney
le zamî ew, naw birîney
řêgay tirsa
çiray baweřê dagîrsa
hełhat, xorî naw şewezeng
geştir le xorî awêsta.
***
le birînda pişkût hezar
gułî behar
le firmêska, derkewt şiney
zerdexeney hîway nazdar.
***
lenaw xwêna, wekû beyan
şefeq derkewt
le gořewe, dengî jyan
hat û serkewt.
***
le şîwenî siksûtawa
le kispey cergî encinî
hełqirçawa
jêrdestîy mat û xamoş bû,
ahengî azadîy xoş bû!
***
le agirî bordûmana,
le sûtana,
le katî dirwêney leşî
şehîdana:
gełay payîzman sewz bûn
kanîy wişkiman jyanewe
çaw piř le soz
mirduwekanman, hestanewe
bû be newroz.
le pelepîtkey tifengida
le tînuyetî naw sengera
le bonî barûtî şeřa
heway azadîman mijî
lenaw cengida
çarenûsî, maneweman
da be jyan
bo serfirazîy nîştiman.
***
lenaw kifnî şehîdana
lenaw zamî kujrawana
ałaman dîy
kewtine şine
be ser lûtkey şaxekana.
2
zistanî sałî şest û sê
sext kewte řê.
tarîkeşewî dagîrker
çawnebîne,
dił řeşêkî piř le qîne
destî dujmin, neparêze
serî minał, sikî afret
hełî’egrê,
hełî’edřê
serî nêze.
kiřêweye, sextezistan
çaw lêk nanê
tofî asman.
dar bestûyetî, berd bestûyetî
em wiłate
bestełekî xem girtûyetî!
***
şehîd witî:
nengîye bo min dabnîşim
em tarîkeşewe ebiřim
řegî mirdin, heł’ekêşim
kurdayetîy bangim eka,
řêge egirim.
***
witî: em care be gulle
lebrîy qełem
bang heł’edem
çarenûsim
lenaw çewanî jyana
le hewrazî kołnedana
wa enûsim.
***
witî: gifit ekem be kirdar
xew be hełsan,
řoştin hetakû newestan.
destî řencim, enême dest
kurdî cûtyar û kirêkar.
***
xuşkî pêy wit: sarde dinya,
«wey» ebarê, bê’amane
em zistane
bestûyetî kej, herd, doł, çya
her toman hey
her to tenya.
-pêş řoştin, eme ezanim
min be tenya hîy êwe nîm
pêş êwe, hîy kurdistanim.
***
hate derê lenaw cêga,
kewte řêga
biřîy hewraz û bêşey çiř.
be sing diřîy
şaxî befir
senger, nasî
çi kuřêke
dujmin, nasî
bo gyanî ew, çi giřêke
legeł birsîy
baweř têra
yekyan nasî
řûnakîyan, be tarîkî
naw şewezenga, hełgêřa
na’umêdîyan, be darî
wişkewebûda hełwasî!
***
řoyî, newesta
befir barî
řêge bestira!
henasey swarî «mawet»y
birde «pênciwînCih»
leşî nexoş û şeketî
geyande dewrî «xaneqînCih».
***
her newesta
eywîst piştî
merg le erz, ba.
heta serinc, berpêy nedî.
řeşêney çaw, bû be sipî.
hetakû «sî»
le nawewe, řoj ledway řoj
wek «çoẍekey» le derewe
ewîş, řizî!
***
daykî nebû, xuşkî pêy wit,
êmeş hemû:
hîwa mebře
ba dûrîş bê řêy wiłatî
piř awatî
çakbûnewey, zanist bigre
lewê dermanî em derde
řenge zerde
des ekewê
tenha lewê!.
***
ew «cantaye»y «mawet»y dî
řêy şax û kêwî sextî dî
bist be bistî
wiłatî řapeřîwî dî,
ewa legeł xawenekey
«sî» piř axa
xoyan kird be şarî xoşî
naw «myonîxa»!
***
lepaş çwar sał
lepaş, gîngiłî azarî
cêy bêdarîy
şewanî tał.
«sî»y heway jînî wernegirt
koşiş kira, nejyanewe
piłîtey çiray bê newt
kewte pirtey kujanewe.
***
řojê hewał, bebê term
le «kawtinga»we, peşokaw
řeng bizřikaw
berew şarî silêmanîCih,
termî bêlaşe û firmêskî
bo min hanî.