mela hîndî

Li pirtûka:
Kejawey Giryan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 3 Xulek  793 Dîtin
řojanê bû
xefet, şwênî ḧesanewey
laman nebû
jyan, girêy lêkdanewey
bo dahatû
wekû êsta
le temenî xem ne’eda!
çawman wekû çawî emřo
nebřîbuwe řêgay desxeřo
beramber yektir pîs nebû.
destiman, ne’enaye destî
tefre û diro
řojanê bû xoşewîstî
piř bedił bû
dinyayek bû hemûy guł bû
çiqłî nakokî û desbiřîn
bo jêr gił bû.
***
ey minałî! ey beheştî
xewî geştî
heta mirdin yek car bînîn!
awiř le to, edemewe
’umrî şîrîn.
her awřê be hełbestê
ke wênetî tya řawestê
yadî pakit dekemewe
êstay temumjî temen
bo samałit debemewe!
***
hawdemekanî minałî,
şeş ḧewt sałî
le bîryane xewî caran.
pêkenînî her çwar werzî
dił û řûman.
le bîryane, dinyay geřekî
ḧacî ḧan!.
***
pîremêrdî lawaz, barîk
řeş dagîrsaw
çawî wekû dûkanekey,
nûtek, tarîk
jîn bê hetaw
dûr le têrî
dûr le şadî
pêyan ewt: mela hîndîKes.
çend řefeyek le textey şiř,
le teputoz, le xoła piř
dakewtibûn, lêk tirazaw
wekû mela xoy bêhenaw
basî xemyan bo ekirdî
basî temenî hełqirçaw,
çîrokekey mela hîndî.
***
dû pişîley serzil, gurbe
bo mişkî řisq pîskerî
naw dûkanekey be hełpe
ne’esrewtin
le řawî mişkî dujmin be mela!
ne’ekewtin
bo pişûdanîş dûbedû
leser řanî
leřî mela lêy exewtin.
***
çend tebeqê, sebeteyek.
legeł kone berçineyek.
goze sûrêkî mil şikaw.
yek dû qûłîney datekaw
bo şewgarî ta direngîş,
fanozêkî kiz hełkiraw.
***
ne çaw, ne mindał, ne xêzan
ne dengî daye û babe gyan
hîçî nebû,
ta firmêskîş wextî giryan!.
***
be areqî řenc, be kwêrî
hîlak, mandû
hewrazî em jîney ebřî.
goçanekey çawsaẍî bû
řêy birsêtî pê der’ekird
destî swał û pařanewey,
bo hîç kesê dirêj nekird
***
êmey minał, řêbwarî bûyn
beyanîyan zû kiřyarî bûyn
le bîrtane? êmey fêłzan
bo mela hîndî besezman
carbecarîş
derzîyek bûyn bo azardan!.
le bîrtane? ke nawbenaw
’aney gîrfan
ebû tewaw
řojanekeman xerc ekird,
ewsa řêgey fêłman egirt.
başe çî bikeyn?
heta bigeyn:
bew mêwje, bew ḧełwaye,
bew macûmî û bew xurmaye!
giřî newsiman tê ber’ebû
lebatî pare mîkliman
yan ’aney sûr, ke ne’eçû
eda be melay besezman.
heta bem fêłeşî zanîn
be goçan têy esrewanîn!
***
sał hat û řoy, mela hîndî
merg řapêçî kird û birdî
paş gewre bûn.
êmeş le yektir dabřayn,
êsta her yek le şwênêkayn
her yek wêłî dway xemêkîn!
yek le yektirî bê’agayn!
«ger be’agaş bîn nakokîn»
***
ey samałî
dił û derûnî minałî!
bê pakîy to
’eqłî temenî gewreyî,
çend pîrîş bê
zimanî řast, nayete go!.