řizgarbûnî şa’îr û pijder le firmandarêtî îngilîz
Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
2 Xulek
644 Dîtin
gelê pêm xoşe em ḧałe, ke bê xof û muḧaba bûm
le sayey ẍewsî geylanî, le bendî ẍem beřełła bûm
ewendey serfî ’umirim kird le pişderda, heder bû çû
ke nemzanî le sayey nexlî bê berg û semerda bûm
legeł lat û lewar û pêste xorî dewrî ’usmanî
le dawî «saḧêb»y «nasaḧîba» moddêk le benda bûm
be ummêdî şeref her kes le pişder îstiqamet ka
le ḧesretda debê bimrê û biłê: çon tûşî sewda bûm
le destî «sûrfil»y «çawşîn»y tînet pîsî îblîsî
bełê wek «ywusfî ken’anKes» ke zîndanîy zułeyxaKes bûm
be naheq lew telîsmate hemû ’umirim be zay’ çû
çi ḧałî bû, hemû weqtê le gerdawî xeterda bûm
çi ’umrî bû, be bêhûde, ne bo xwa bû, ne bo bende
’ebes řoyî le cadûda, le zumrey canewerda bûm
be wełła heq bedestim, ger biłêm wîjdan gurêzî kird
lenaw ew qewme bê meẍze, minîş boye tewlila bûm
bîḧemdîlla necatî bû le kabûs, mułk û mîlletman
wekû min kebik asa çon le çwarçêwey qefesda bûm
wekû «pişderCih» le bendî pîsî îngilîz xelasî bû
le dawî «kîbir» û «bê hoş»yiş řeha bê? min bepaşa bûm?
temaşay «xałe mîrzaNasnava edebî»m ken; dełê ’umirim le nwê nûsra
le «e’raf»m xelasî bû, le dinya curim pexşabûm