pařanawe le sermergida

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  465 Dîtin
xudawenda dezanim min gelê me’tûk û ’usyanim
xecałetmend û meḧcûbim le kirdey xom peşîmanim
beşer bê me’syet nabê; minîş ’ebdêkî mezłumim
ẍerîb û bê kesim; yařeb nîye kes bê beřehbanim
emin ’ebdêkî damawim perêşan ḧał û bêçare
le ’alemda be me’lûmî sefîl û kwêr û nadanim
giriftarî beła û derd û misîbet bûm be kes nałêm
’îlac û çarî derdî xom ke dinya bê luqmanim
esîr û bê newa kewtûm, denałênim be şew ta řoj
be řûzerdî temenname leqabî toye dermanim
be ẍeyrez zatî to yařeb penahêkim nîye çî bikem
xudawenda deway derdim bibexşe ya gunahanim
dezanim lutfî to zore le heq eḧwałî mezłuman
minîş wa canfîday koyî segî dergahî geylanim
ewa kewtûme bazarî ’eta û lutfî kerîmî to
ebexşî û demkujî xoşe; bibexşe curim wi’usyanim
ewa hate nîhayet mudetî ’umrî ’ezîz ya řeb
ẍefûrNasnava edebîy toye, umêdim be toye, toy nîgehbanim