xanuwekem

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 3 Xulek  761 Dîtin
be sed derd û meřařet; hatim û tertîbî xanem kird
ke nemzanî felek ’ekse, xurî teř bû be şanem kird
be naheq xom duçarî mîḧnet û cewr û meřařet kird
be xořayî zerermend bûm ke îşî pêçewanem kird
xeyałî xaw be fikirî min dełên: lem wexte nawexte
wekû leqleq le sê şeş da heway aşyanem kird
zemanêkim legeł wez’yetî dewran xeyałim kird
deşmizanî ke mekřoye: emin xom naşyanem kird
leber bê mał û ḧałî bû ke xom tûşî meřařit kird
be řencêkî ’ebes xom řenceřo kird gwaye yanem kird
biłêm çî? çerxî dûnperwer hemîşe wa le te’qîbim
be nadanî bû têkewtim ke îşî kewdenanem kird
be qewlî çerxî dûnperwer firîbim xward û nemzanî
felek lake û; bext ’ekse, le bo ker; gwêzebanem kird
egerçî çend řojê min le pêş ew ḧałeda boxom
be mîzanî teceřub min legeł bext em qisanem kird
gutim: tal’! îdarey nakirê, tefrem nedey ’eybe!!
gutî: mirdut mirê: şêtî ewa min bot î’anem kird
gutim: namerd; nekey tûşî xesarem key le nawexta
be teswîrî xeyał beynêke em beḧis û beyanem kird
be naçarî û zeruret bû, eger bextîş firîbî dam
çi ehmyet me’aşî bû, ke serfî xwêřyanem kird
le pêş wexta «se’îd begKes» pêy ’eta kirdim me’aşî xom
bełê: ew hîmetî lermur; emin îşî keranem kird
biłên: mîrzaye saḧêbî dûkan û xanû û małe
le bextit bem, cenab; herçend qisey nameḧremanem kird
xuda kwêrî bika «westa mecîdKes» bo îşê lêy têkdam
we’îla firsetim dîbû; le bext û çawbûkanem kird
bełê xwa bîgrê «westa» ke zor ’eksî bînay dana
le daxî «ew» ewendem şeř legeł bext û zemanem kird
kesîş lem qewm û aẍa û dost û eḧbab û řefêqane
nebû bo tequyet yaxu be «dar»y bê kesanem kird
egerçî xo le sayey lûtif û zatî heq te’alawe
kemê hatote serḧasił, şukir bê mînnetanim kird
serî ḧakim selamet bê, çîye ehmyetî dinya
’ebes sehwêkî gewrem kird ke em cuz’î qisanem kird
nîhayet çend quroşêkim, be qerz û qołe peyda kird
ewîş têkeł be quř bû, çû, xeyałî cahîlanem kird
ewa «de»y mange, nizdîke me’aşî mangî dîsember
le merzaranî teqsîm kem, egerçî eḧmeqanem kird
le ewza’î ’eyal û mał û ḧałî xom dirîẍim kird
gutim: xanû bikem çake, temaşa çend cwanim kird
«ẍefûrNasnava edebî» ’emirit nemênê bo xeyałî qoř û bê sûdit
mełê: xanûm heye xwêřî kenîştey cûlekekanim kird
be małûKesmîş nebê, ew zû kenîşteNava taybety xoy serapa kird
etoş «tebi’»y «qezate»y ke meqamî xesrewanem kird