zemî wekîlî zabtî polîsî nawçey qeładze, «ḧesen dede»

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  764 Dîtin
wa le sû’î tal’a, kewtûme gêjî îztirab
wez’î dewran têkdawe, dayerey řûknî edab
dûn pereste, çerxî gerdûn karî nadanî deka
wa çewaşe û ’ekse, laşey şêr dexate des kilab
ger su’alêkî ḧeqîkem, xetabarim meken
çon řewaye bo «dedeKes» kaẍez binûsîn ey cenab
ta «ferec» neyga.. bû; çabû, cuz’îye deykird ḧicab
řêy su’alim bû, le xizmetya, le bo ředî cewab
êste lew řojey ke xoy çakird le fî’lî kak şefîq
întixabî mertebey bû, ḧezretî ’alî me’ab
«eḧmeqim, nemkird heta řîşim nebû ganê bidem»
wek «dede» emnîş debûme saḧîbî ecir û sewab
xoşewîstî ’alemî em ’esre nabim çon debim?
çake bo xom dû bidem, bo axir û řojî ḧisab