mirîşkê eyut be cûçkekanî

çîrokêkî xoş munasbî wext
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  312 Dîtin
mirîşkê eyut be cûçkekanî
zemawenmane řołe beyanî
bîstûme heło milî şikawe
lem dewr û bere şonî nemawe
hêlanî řûxaw bêçûy aware
diłî piř zûxaw derûnî pare
şonî wa gume hîç kes nazanê
menziłî birdewe bo kam hêlanê
ca bêne dero ba bikeyn çîne
xoman bideyn bem xore betîne
tirsî çingałî hełoman le dił
derçê ba tozê xo bigrîne gił
řołe ba tozê xołepotî keyn
bijîn bê xefet çen řojê ta heyn
be denûkî tîj û nînokî pêtan
xotan bidozin bikujin espêtan
lîbasî peřî řengawřeng leber
biken le ’eqîq tac binêne ser
be wêney tawis bidrewşê peřtan
kowe bin tewaw qełew û leřtan
binêrin ba bê sersewz û borçîn
bulbul, qumrî, kew, kotrî nexşîn
her bałindeyê xawen şimşałe
zerîf û diłber xoş xet û xałe
le her cê heye awazexwanê
bo bezim arayî nezmê ezanê
bangyan ken ba bên negirin behane
cejnî azadî zîndanyane
ba biřazêto bezmî hełpeřîn
demêke bo em řoje egeřîn
cûçkem le hêlke gelê hêna der
bexêwim kirdin be xwênî ciger
be koł û baweş be mîhrebanî
perwerdem kirdin heło řifanî
ca îse şonî eger gum buwe
laşey naw beḧrî qełzem kewtuwe
wazim lê bênin le şukiraneda
ba têr hełpeřim lem meydaneda
mame kełeşêr dexîlim dêre
řojî şadîye bilwêrit bêrh
be hemû hêzit fû bike pêda
ba bênh sema çî hen le dêda
çirîkey bilwêr wayan serxoş ka
tirsî hełoyan pê feramoş ka
bulbul to dînit hełbêne seda
ew seday diłsoz xatir aşna
êşî nakamî lebîr bibato
gerdî derd û ẍem le dił bişwato
leqleq to pîrit bê le ser payê
bwêse û be keyf lêde zuřnayê
berzo ke seda pîkit piř fû ke
sebrî pê nawê firsete zû ke
ew serçopîye bidene des xom
jengî ẍem be aw şadî ba bişom
heło nemawe bêçûm biřfênê
çopî ekêşim ta keyfim bênê
wehay paşêl kem kelley cûçkiber
mirdûy ebed bê berzo neka ser
le nezer ’ama «zarîNasnava edebî» me’lûme
mirdinî załim cejnî mezłûme