birayanî behoş û jîrî êran

wesyet bo hawnîştimananî beřêz
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 4 Xulek  399 Dîtin
birayanî behoş û jîrî êran
meken karê bibin pî xane wêran
zerer ward meken bem nîştimane
meřêjin xwênî yektir bê behane
birakuştin ne şêwey ’aqłane
řewîyey weḧşyan û bê diłane
bira serbazekanim ey dilêran
nîgehbananî ab û xakî êran
řewaye tîrbaranî biratan
be carê qet’î řeḧmî eqrebatan
meger êwe kuřî em mîlletey nîn
be behrey kar û řencî wan najîn?
ger em dû destegîtane neken tey
be têẍî cehil řîşey xo eken pey
meken amade xo bo kuşt û kuştar
mekewne dawî mekir û ḧîley eẍyar
yekê bin bibne dû, dûnin le berçaw
be dûyî ebne darî řîşe sûtaw
esasî yekyetî muḧkem biken gişt
cya mebno le yektir hełmeken pişt
gerektane jyanê wa ke nemirin
desî yektir ebê merdane bigirin
be gyan û dił legeł yekdîda bira bin
le tarîka’ya bo yek çira bin
dû řûyî û dû zibanî û bêwefayî
eřûxênêt binçîney birayî
bedîhêner ełê ey ademîzad
le yek pyaw û jin êwem kird îcad
zyatir kes le kes îlla be teqwa
nîye, nabê, ’eqłitan lar neřwa
derênin pa le dawî gurgemêşan
dwayî ben be ’arî barkêşan
çi qanunê ełê her bareber bin
ebê her noker her kareker bin
ziban boçî girê bidrê le guftar
be keyfî xo qełem boçî neka kar
beřełła bo nebê dem bo beyanê
be ḧeqwêjî newêrê ba tekanê
heta dergay azadî newê waz
gelê ’eybe bexo bêjin ser’efraz
be cem bo em merame têbkoşin
eger xawen şi’ûr û ’eqił û hoşin
le azadî zuban û xondin û kar
geda û padşa bê ferq û beşdar
mepçiřênin tenabî aşnayî
deway nayabe azarî cyayî
cema’et řeḧmetî hawřêye kake
be cem ba tey kirê em řêge çake
le koşiş yek deqîqe řamewestin
heta lem baẍe řêgey diz nebestin
hetakû mame řêwî şwane meř wê
ebê meř her kiz û lawaz û leř wê
hetakû gurg aẍa bêt bikujê
meřî bêçare xwên û moxî bimjê
ebê bêbeş le mas û řon û do bîn
giriftarî gelê zamî beso bîn
heta bêgane xawen karman bê
ebê derdî feqîrî barman bê
le bêganeperestî dest berdar
ebê boçî nebê însanî hoşyar
ewane wa ẍułamî eskenasin
be xawen emrî xotanî menasin
be destî cem’ ey xawen kemałan
desî bêgane kota ken le tałan
eger her mêrwê des bate berdê
le kelley şêr meẍiz, asan derdê
muqîmî em wiłate mêw ya nêr
ḧemał û tacir û aẍa û werzêr
hemû turk û hemû fars û hemû kurd
mesêḧî û kelîmî gewre ta wird
hemû xêzanî em małîne yekser
çi derwêş û çi erbab û çi noker
kewa bê xizmetî em nîştimane
wezîfey xas û zîmmey giştimane
biparêzin ebê em xake wek çaw
be têkřayî be giştî herwekû pyaw
gerektane le mîwe mał piř ken
ebê lem baẍe afet řîşebiř ken
birayane werin ba des le mil keyn
ne gwê bo qewlî bedkaran şil keyn
şerîkî řenc û řaḧet bin jin û pyaw
wekû xêzanî małê bê qiře û qaw
be řawêjî xudanasan řeftar
bikeyn û xo nexeyne naw azar
be cem bo kar têkoşin wekû merd
we’îlla yek yek ekutin asnî serd
cyayî negbete û azar û afat
legeł geldaye pîrozî hemû kat
meken bê sebir û bê tedbîr karê
le bê sebrî û pele negbet ebarê
meken bê pirsî yektir serbexo kar
le karî serbexodaye dû sed ’ar
beyanatim be bêhûde nezanin
cewananê eger xawen tekanin
ḧekayet mîweyê xoşe eger xew
neka tarîk řojî hoş wek şew
heta bem xewe hełnabiřn çaw
derênin barî larî xo le heřgaw
çîye bo lem core gwêgir nejnewa bê
ebê azarî herwa bê dewa bê
be dił dawa eka «zarîNasnava edebî» le barî
bida bem hozî kurde hoşyarî