bigirin ta biga be metłeb des

bangewaz bo yekyetî
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  424 Dîtin
bigirin ta biga be metłeb des
dayenî yekyetî be her dû des
le cyayî û tefreqe laden
bo ekewne dway dêwî hewes
em cyawazîye dway xistîn
maynewe bê řefêq û firyařes
xwa yek û dîn yek û pêẍember yek
em qiře û kêşe û hera bo çes
le xetî musteqîmî ḧukmî xwa
nabê kes labda meger nakes
bo deway derdî perêşanîman
«wa’tismiwa biḧbil alilhErebî» bes
seddî fermanî «adxilwa fî alsّlimErebî»
le şeř û şor û serkeşî berbes
’emelî ger nekeyn em behre
«abid aldihirErebî» xwar û pestîn pes
ta wekû mîslî aw û awir bîn
be yeko nalkêyn nîw nefes
bo wekû aw û xak nasazin?
bibne mayey jyanî her çî hes
cwane dêwî hewa berełła keyn?
melî ’eqił û hoş bikeyne qefes
kîne û buẍiz û ḧesûdî bo qet’î
řîşey baẍ yekyetîn meqes
be birayanî kurd biłê ey «zarîNasnava edebî»
bêje ba îxtilaf bes bê bes