têbkoşin be dił be des be ziban
han danî hawnîştimanan bo wergirtinî maf
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
2 Xulek
490 Dîtin
têbkoşin be dił be des be ziban
be hemû hêz bo le dujmin dan
sebir ta key le awrî zułma
le quřawî şikenceda xinkan
takû key esîr û jêr pê bîn
her feqîr û ze’îf û çaweřwan
bo bisûtîn lem tenûreyda
bes nîye birjyan û hełçoqan
řołeyî kurd dêre matił çît
bałit hełmałe řake bo meydan
bo biłêm takû xo binasî baş
şêrin û bêşetane kurdistan
’eybe řêwî le bêşey şêra
bigeřê serbexo bida ferman
şêr bê cûłe mat danîşê
ew xerîkî niçîr lanewlan
takû emřo be fêłê bêgane
kewłî řêwî kirabuwe bertan
ew telîsme şika betało bû
xawenî wa jyanî lê buwe jan
bem herawî û panîye dinyay
la wekû qebrî tenge ya zîndan
ca eger merd û zîrek û jîrin
eme meydan û go emeş goçan
têkřa nêr û mê cwan û pîr
řapeřen takû wergirin beştan
bêtu lem kareda cyawazî
bête beyn piř le ba ebê destan
pêşwanman be daxewe mirdin
řojgar firsetêkî way pênedan
meykene qîl û qał û boçî û çon
yek nefer yek beden bin û yek gyan
çun cyawazî nîyet û řawêj
miłk û mîllet eba berew fewtan
yekyetî bêxî xayenî hełkend
wêł bû kes nenas û sergerdan
be desî yekyetî girantir kar
sehil ebê derd û zeḧmete asan
way lem ’esre piř le aşûbe
çî beser hatuwe gelî însan
nîye dû dił yekê bê baweřyan
nîye dû kes yekêk bê řayan
’eybe bo bewrekanî em xake
mameřêwî bibête aẍayan
des bene destî yektir êranî
fers û turk û ’ereb legeł kurdan
kowe bin her wekû biray gyanî
yek bo yek bibne yar û piştîwan
dułetê saz ken neyandîbê
be xew eskender û enoşîrwan
be kwêrî dû çawî ew gurge
řojê meř, řojê kawřî eřfan
bîstûtane faydey dabê
baẍ bê baẍewan û meř bê şwan
baxewan û şwanî ça bigirin
ta biden baẍ û meř semer pêtan
«zarîNasnava edebî» hawar kat yek bin yek
ta be asanî tey bibê řêtan