dinya keştîye eřwa beřêwe

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 4 Xulek  353 Dîtin
dinya keştîye eřwa beřêwe
ême bê xeber her wayn le cêwe
agaman nîye her ta le nakaw
ewêsê û barman exate gêjaw
dewrey cwanî ewa barî kird
qasîdî pîrî xeberdarî kird
ême nabîsîn girane gwêman
bangiman lê eken, hestin becê man
xefet bo nexom quř bo nepêwim
be ahî ḧesret nesûtê lêwim
diłim bo newê we qirçey kewaw
xwên bo neřêjim le dû çawey çaw
wa netmawe bo xwêndinewey eş’ar
şewqekey par û zewqekey pêrar
kwanê ew zewq, ew fikir, ew xeyał
ew şewq ew keyf ew şadî eḧwał
ew qehqehey xoş ew xende ew deng
ew řêkî qamet ew şêwe ew řeng
ew nutqî řewan ew zeka ew fam
ew bîr ew teqrîr ew ḧusnî kelam
ew şoxî ew bezim ew berzî demax
ew nuktewêjî dwayî hat sed ax
hay dinya bo kê wefay bû ta ser
le naz û nê’met kêy nekirde der
camî badey kêy neda we berda
kam serî neda we hezar derda
kam tîp û sipa û sanî qiř nekird
kelley kam şahî le xak piř nekird
kam bałaberzî qût neda çun mar
kasey kam bezmî piř nekird le jar
kam şaswarî nekird pyade
kam qełay sextî nekird we cade
kam řûyîntenî nabîna nekird
kam pîletenî bo naw ça nebird
kam keyxusrewKesy wêłî çoł nekird
meẍzî kam kaweKesy têkeł xoł nekird
textî kam cemî neda we ẍaret
we kam zuḧakKesy neda meraret
eywanî kamîn kesray neřûxan
le kam xaqanî nesendewe gyan
kamîn qeyserî nehařî wek ard
ya kam hêrqelî we xak daneşard
kamîn qařûnî nekêşa quřaw
ya kam fîr’ewnî nexnikan we aw
řeḧmî be pîrî kam zekerya kird
azarî leser kam yeḧya labird
kam nemrûd pamał mêşûle nebû
kam xelîl bo naw mencenîq neçû
kam suleymanî le man têr nekird
kam eskenderî serewjêr nekird
laşey kam lawî nekirde kelak
kasey kam çawî piř nekird le xak
kam îflatûnî tûnatûn nekird
ya kam luqmanî seringûn nekird
kam ẍunçey nekird we hezar pare
we kam bulbulî neda pejare
kam diłî nekird piř le soz û taw
řîşey kam cergî nekird we kewaw
kam şay leser text nehawirde xwar
kam xanî nekird neqiş dîwar
sîney kam daray be xwên sûr nekird
kam dezgay berzî jêrewjûr nekird
kamîn yosifKesy nehawîşte bîr
pay kam zuleyxaKesy nekird we zincîr
kamîn ferhadî řenc neda we bad
ya kam şîrînî hêşt we xatir şad
kam mecnûnKes neyçeşt zehrî bêdadî
kam leylay nekuşt we bê muradî
kam pêkenînî nekird we giryan
řîşey kam diłî nekird we biryan
kam ḧełqey le yek neçřî be zor
zexmî kam sîney nexist we nasor
awaye řeftar dinyay cefaco
îtir we temay çî bîn emin û to
ba bîkeyn be wîrd her leḧze her an
î’lanî «kilّû men ’eleyha fanErebî»
le ḧeqîqetî dirûs têfkirîn
yeqîn peyda keyn namênîn emrîn
nařeḧet nebîn bem koç û bare
lem dyarewe bo ew dyare
çunke îradey řebbî beşere
ba xo ḧazir keyn bo em sefere
beharî cwanî řextî pêçawe
zistanî pîrî ḧemley hênawe
ba çirayê saz keyn dyarî dawe
nîşaney sefer le hezar lawe
bo ew menziłe tarîk û tenge
bo ew miqame wek şewezenge
bo naw ew weḧşet ew tenhayye
bo ew çałe qûł bê řoşnayye
bê yar bê yawer, bê qewm û bira
bê feřş û pałişt řefîq û çira
pena û piştîwan feryadřes desgir
kes nîye îlla zatekey nemir
sehuwe ẍełete xîlafî emrî
ẍeyrî ew kê hes penay pê bigrî
ba le řêgey lar bigeřînewe
le gêjgey hewa bipeřîwnewe
be řêgey řasa yek dû hengawê
ba biřoyn małman xo xiraw nawê
bînewe ḧełqey xas û řasekan
bikewîne şon xwanasekan
řû bikeyne xêr la bideyn le şeř
goşey nedamet bikeyn we miqeř
bêjîn bo ’efwî teqsîr û gunah
astiẍfir alilhErebî, astiẍfir alilhErebî
bełkû lem řêwe bigeyne menził
des bikeyne mil aramekey dił
«zarîNasnava edebî» le kara hełbigre payê
em zorwêjîye be karit nayê