zanist etoy aw derdênî le xak

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 5 Xulek  389 Dîtin
wituwêjê legeł zanist û derbiřînî esef bo bê terbyetî minałe jîrekanî dêhat
zanist etoy aw derdênî le xak
zanist toy efřî bo banî eflak
zanist toy deway derde sextekan
zanist toy necat bo bedbextekan
zanist toy sifet zat îlahî
zanist toy zînet bo tacî şahî
zanist toy îksîr bo mesî beşer
zanist toy mî’mar em dinya yekser
zanist toy ẍewas deryay bê kenar
zanist her etoy pey ebey be kar
zanist toy şifa bo êş û azar
zanist toy deway derdî derdedar
zanist her etoy muşkuł guşay ’am
toy ’alem ara û bo ’alem aram
zanist to çiray tarîkî cehlî
eto řehnumay ehil û na’ehlî
be hoy etowe beşer beşere
to nebî beşer, gaye ya kere
gwê bo şikayet em cigerpare
bigrew merdane derdim ke çare
minałî ladê duřî menşûrin
yanî be xîlqet ẍîlman û ḧûrin
sewzey newřestey saray însanîn
daray lyaqet medresey zanîn
kanî wefa û fehim, piř îstî’dadin
daxî be cergim ke bê ustadin
beřełła û bêkar biçûk ya ziln
zimistan xerîk qap û kerxuln
karyan be řoja em ban ew bane
şuẍłî muhîmyan le yek hełdane
eger behar hat legeł ga û ker
ew mezłûmane sał ewene ser
her le beyanî heta êware
meşẍûłî weşe û weḧen bêçare
ẍerqî geme û gep şew ta beyanî
bê xeber le kesb şêwey însanî
çon le cwanîda bê řêge eřon
wextê pîr ewn hemû gîr exon
dersî terbyet kemtir ejnewn
le seruçawî yektir ber ewn
ne şonî edeb, ne boy ḧeyaye
zyatir le ladê qiřew heraye
le řeftarî çak hemû kwêr û keř
yektir ekujin le ser sege şeř
cewr û qesawet pês û mûyane
kîne û ’edawet dab û xûyane
bê sebir û taqet, tûře û şeřanî
hemû mubtelay seylî nezanî
ke bê terbyet ebin perwerde
dinya piř ebê le diz û cerde
le exlaqî çak bêbeş emênin
ḧeta darayî yektir eřfênin
newaqîs zore nayete beyan
bê edebîye zyatir tûl pêdan
tu xwa zanist to bê bizane
çon dirus ewê beşer lemane?
asin ke xiłtey bê endaze bê
xo be xo têẍî qet lê saz ebê?
petik çon debê bo şede û řeştî
key le xiştî kał dirus bû keştî
heta mê’mar û ’emele newê
benay başko çon dirus ewê?
bełkû be çawî xoman le zerer
nadanî ladeyn bwîn be beşer
leme zyatir pest û xwar nebîn
segî pêsexor, gurgî har nebîn
bo xelasîman lem ’eyb û ’are
dêhat muḧtacî amûzgare
çun zor miḧałe lem quře derçîn
be bê mamostay diłsoz û emîn
destim damanh zanist sa dêre
wadey komeke teşrîfit bêre
wek şaristanî dostidarte
axir dêhatîş tasexwarte
cwabî zanist û gile le nařewacî bê meylî însan legeł ew
zanist hate cwab be zibanî ḧał
witî ey «zarîNasnava edebî» perêşan eḧwał
řase min řewac kûçey şaranim
meḧbûbî nezer tacdaranim
bazûbendî bał şehryaranim
payey îqbałî kamgaranim
ałay serberzî ser’efrazanim
hêzî bał û peř cuřebazanim
ciłewkêşî xas bo řêgey řasim
ḧeqîqet wêjim, ḧeqîqetnasim
nîsbetî emin mede we larî
bê ferqe lelam dêhatî û şarî
welê kake gyan weha mezane
ḧeqim cê bênin ehlî zemane
ḧeq û ya naḧeq be min peyda ken
řasî bête beyn narasî laben
piley mekir û fêł bidrê we awda
řewye û řesmî lar, laçê le nawda
le hemû lawe îstîqbalim ken
wek dinya bo dîn îstî’malim ken
ke tê’efkirim lay dos û dujmin
her bo dinyaye xoşewîsî min
bo beşî dinyam bû win be sone
hîç kes napirsê dîn çîye û çone
lem cîhetewe tewaw peşêwim
bo nařewacîm her quř epêwim
bo beşî dînim bê mubalatin
êjî bo manî ebedî hatin
lîbasî teqwa dakenya leber
kiławî teklîf fiřdirya le ser
ḧeya û sedaqet řextî pêçawe
diro û desbiřî û herzeyî bawe
le deryay ḧîrsa ’alem weha ẍerq
bû bo çak û xiraw nema ferq
bo umûrî dîn karyan nema pêm
her bo dinyayan teklîf eken lêm
demê awrî ’alem sûtênim
nefesê deryay beşer xinkênim
zemanê dawî neçîrkirdinim
řojê leşkirî ẍaret birdinim
demê bo firîb demê bo cefam
gîrodey heway ehlî em dinyam
emin espawê bê îxtyarim
her çîm pê’eken xizmetguzarim
xetay min çîye dêhatî weḧşîn
mişterî cehiln talbî min nîn
kewtûnete şon şêwey ḧeywanî
bêzarin le dab û dersî însanî
«zarîNasnava edebî» to bêje ta ḧałyan wa wê
ber û behrey min bo ewan nawê