kerê bû kilkî le binda biřaw

şwên meḧał mekewe
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  328 Dîtin
kerê bû kilkî le binda biřaw
leber bê kilkî derûn piř zûxaw
bo kilk egeřa be řoj û be şew
bêzar le jyan le xorak û xew
egeřa dêhat kûçe be kûçe
çoł û awayî mûçe be mûçe
le deştewan û şwan û řêbwar
pirsyarî ekird řojê hezar car
kilk le kwê heye biçim bisênim
leme zyatir bê kilk nemênim
hawseran takey pêbkenin pêm
goşe û tarîkî bo bwê be cêm?
bo bêbeş le bezim kayey keran bim
quł û naşîrîn naw hawseran bim
be řoja le ber mêş û mêşûle
nawêrim bikem le cêga cûle
ezanin nîme min baweşênê
her yek be cya zorim bo dênê
bem xeyałewe le êre û ewê
eypirsî bełkû kilkî des kewê
nakaw birsyetî zorî bohawird
çuwe naw zerḧat kabrayê kurd
kabra řaso bû her dû gwêy biřî
her dû gwêşî çû kilkî nekřî
her kes dûy karî wa miḧał kewê
ḧałî wekû ḧał ew kere ewê