bo ser zemawen bang kirya kerê

ta karyan pêt nebê nakewîte bîr
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  378 Dîtin
bo ser zemawen bang kirya kerê
ker zor pêkenî û cûłanî serê
witî key emin goranî wêjim
řengî hełpeřkê çilon biřêjim
serçopî kêşan bełed nîm tewaw
hełnepeřîwim ne kirj û ne xaw
le aşpezîda zor bêxeberim
le çayî û qawe dernaçê serim
řesmî feřaşî fêr nekirawim
bo semay ber bûk qet nebrawim
êste ke qedirim le lay xwêşane
be xwa em qedrem bo barkêşane
eyna ta îse bo neyanpirsî
mawî ya mirdûy têrî ya birsî