mam řêwî řojê le qerax awê

fêł meken ba fêłtan lê nekirê
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 3 Xulek  419 Dîtin
mam řêwî řojê le qerax awê
bû be mîwanî leqleqê tawê
ewne birsî bû hêzî nemabû
le birsa tewaw ejnoy şikabû
çû ewendey xward be bê «bisim alilhErebî»
le yek řewawe wêney řeşke ka
le paş têrxiwardin demî lêsawe
le małî leqleq se’atê mawe
witî ey denûk le’lî bedexşan
biray çekme sûr şîrîntir le gyan
çun îşim zore peleme eřom
sibey em kate çaweřwanî tom
ke teşrîf bêrî bibye mîwanim
bimxe berpat hem ser hem gyanim
geřawe řêwî be fêłebazî
kewte tehîyey mêhman newazî
lawêçê ardî têkeł kird be aw
çêştêkî lêna emma zor tiraw
wextê ke leqleq nîştewe lay
berew pîrî çû kewte xakpay
zemanê meşẍûł bûn be wituwêj
menziłyan birde ser berdêkî lêj
mam řêwî çêştî weberda řijan
witî dey fermû bixo biragyan
leqleq ke zanî qezîye çîye
witî kake gyan îcazem nîye
nîyetî řojûm hênawe emşew
nabê hîç bixom heta wextî xew
řêwî bê şerîk çêştî be ziban
lêsawe neyhêşt lî bixiwa mîwan
em lem la pey pey çêştî elêsa
ew lew la le ser laqê hełwêsa
dway beynê fiřî witî bêrewe
le řefaqetim xot meşêrewe
her ewne kiftey masît pê edem
le gerûtewe ser bika bo dem
bîrî kirdewe çi çêştê lênê
ta întîqamî xoy lê bisênê
tongê dirga teng mil berzî hawird
lawêçê nokî kuławî têkird
geyşte pêşo wextî mîwanî
berewpîrî çû be mîhrebanî
dway becêhênan řesmî birayî
derdedił le cewr řojî cyayî
be diłêkî xoş pêko her dû yar
hatin bo ser xwan bo serfî nehar
mam řêwî eger be dîqet řwanî
zor ’ecayb ma le sifre û xwanî
bawêşkêkî da û dûr hełtirûşka
witî bira gyan min emşew serma
siřî kirdûm natwanim te’am
bixom zeřřeyê ne nehar ne şam
xestem lêm geřê gyan qurbanit bê
tenha xot bîxo noşî gyanit bê
eyut em diřke hełçeqî le pêm
kirdewey xome wa hatewe řêm
leqleqîş asan be denûk zû zû
nokî ehêna der yek yek û dû dû
ke qûtî eda û demî eteqan
řêwî jyanî lê ebû be jan
çunke fêłebaz padaşî waye
êwe fêł û fen meken we maye
xwa ke řasew xoşî le řas dê
karî lar meken ba kartan řas wê