wiştir swarê eçû bo sefer

firyay damaw kewe ba na’ehlîş bê, ta le damawîya firyat kewn
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 5 Xulek  381 Dîtin
wiştir swarê eçû bo sefer
toşey hełgirt û řêgey girte ber
dî le řêgada pûş û pwarê
awrî girtuwe le nawya marê
gîrî xwarduwe, řêgey ferarî
nîye bo hîç kwê, muşkułe karî
witî ey hawar ey wiştir swar
desim damanit carêke û emcar
derim bêrane be cewanmerdî
şêwet dyare be merdî ferdî
witî etirsim eger bîte der
gazim lê bigrî bimxeyte xeter
ezanim êwe çende bê wefan
ne her bo dujmin bo dostîş cefan
mar hawarî kird witî ey cewan
şerte ta axir henasey jyan
bibim be xak û bikewme ber pat
lem tenganeda ke bimdey necat
witî ca çilon desim biga pêt
tek beme bero azam esûtêt
witî dexîlim ew xurcet pêye
ke to şewane bo toşey řêye
bîde lew řime dirêje wa pêt
destit dirêj ke bo lay min ba bêt
xurcî da le řim tekî da bero
mar çuwe nawî kêşaye dero
serî hełbiřî mar witî xestem
be cêm meyełe bimnêre berdem
dû sê hengawê bimbe bew lawe
ba nesûtim bem giř û haławe
bezeyî pyahat naye berdemî
neyzanî ewê we mayey ẍemî
paş ewe beynê řoyîn beřêwe
ała gerdinî ew şeytan şêwe
witî mołetit nadem etgezim
le ’edawettan min çon ebezim?
dujminî pêşût boçî lebîr çû
bîrî gîr xwardin em řojet nebû
řêbwar witî key řewaye key?
le cezay çakîm eto pêmo bey
witî nabîsim min em ḧerfane
eweł arezûy min pêwedane
řêbwar witî bê ḧukmî qazî
min be karî wa qet nabim řazî
mangayê heye jîr û dinyadîw
bertîl nexore naxwa firîw
ba biçîn bo lay her corê fitwa
bida pî řazîm «aliḧkim lilّّeErebî»
çûn bo lay manga şerḧî ḧałyan da
manga ser sûřmaw le eḧwałyanda
bîrî kirdewe kemê lem kare
serî berzo kird witî bew mare
heste be qanûn ademîzade
aza pêwey dew ’umrî be ba de
min mangay kwêxay dê bûm zemanê
sałeha şîr û masim edanê
wextê laẍir û bê hêz û pîr bûm
qisir mamewe bê behre û şîr bûm
witî derî ken em dařzîwe
bîwen berełłay biken lew şîwe
dwê hat qełewî hatme berçaw
hîç matił nebû damî be qesaw
awaye wefay ademîzade
pêwey de aza ’umrî be ba de
mar bo pêwedan demî daçřî
řêbwar bih naçar seday hełbiřî
witî ey namerd ey xuda nenas
ey dûr le însaf sipłey naspas
ke necatim day le giřî agir
awa bû cezay pyawetîm axir?
were ba biřoyn bo lay ew dare
ke wa le kenar ew çeşmesare
dirêje bideyn bem giftugoye
aya ḧeq hî min we ya hî toye
çûn bo lay ew dar, piř geła û mîwe
wityan ey dana ey dinya dîwe
bo miḧakme hatûynete lat
karman kota ke êḧsanit egat
witî dey bêjin bê fêłebazî
řêbwar witî cenabî qazî
em mare ke wa le min aławe
le giřî agir necatim dawe
îse pêm ełê ebê pêto bem
’îlacim çîye legełî çibkem
witî be qanûn ademîzade
ḧeq be des ewe, qisey to bade
emin ke nîme bo kes zererê
xuda pî dawim sêber û berê
benî ademî xeste le řêwe
le sêberimda eḧesênewe
dway ḧesanewe ke çaw hełdênin
her xełfim cwan bê ewe eşkênin
le teř û wişkim naparêzin des
minîş le desyan xeylê gilem hes
ey mar! be mezheb ademîzade
zû zû pêweyde, ’umrî be ba de
řêbwar witî ba biçîn bo lay
qazyekî tir ewîş ger fitway
weha da îtir ’uzirim namênê
pêmo de her cor keyfit dehênê
bem xeterewe řêgey girte ber
nakaw řêwyekî hate ber nezer
witî merḧeba hay mame řewî
meřo hatûyn firyaman kewî
ezanim karî min û em mare
lelay to nebê nyetî çare
witî řas biřon gwê egirim lêtan
cwawê seḧêḧ edemo pêtan
řêbwar řûdawî eger kird beyan
řêwî tuře bû serî datekan
witî min baweř nakem bem diro
marî wa zelam çun cêy ebêto
le xurcê tengida em ejdîhaye
nebuwe naguncê key cêy biřwaye?
mar witî qazî bo sersam mawî
îcazem bide eçmewe nawî
witî tî biço bizanim řase
diroy tya nîye, ḧeqîqet wase?
mar qefqef le mil řêbwar hate xwar
le naw xurcênda gurc girtî qerar
mam řêwî be çaw kirdî îşare
witî bîkuje kuştinî çare
řêbwar çawî lew îşare bû
day be erizda pare pare bû
çon têkoşabû be řasî bo kar
xwa necatî da le sedemey mar
marîş çun řêgey larî girte ber
le ’aqîbetda away hat be ser
bira gyan firyay damawan kewn
le tenganeda ba damaw newn