ḧesawe xatrî xeste û ḧezînim

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  338 Dîtin
ḧesawe xatrî xeste û ḧezînim
jyawe awî çawey wişkî jînim
le zincîr û kelepçe û cewr û azar
necatî bû wiłatî nazenînim
biřa asarî negbet lem wiłate
be şukirane leser xake cebînim
le mułkî şadmanîda be bê ẍem
be ḧemdîlla ke emřo xoşnişînim
cwanî hatewe cêgayî pîrî
timaşa çopîkêşî hełpeřînim
xwa bo to supasî bê nîhayet
be azadî xerîkî guł çinînim
le baẍî arezûda bê qiřew qaw
çi taẍûtê? dijî dinya û dînim
pîrozî xwahî lawanî mucahîd
le zatî pakî «ribّ al’almînimErebî»
birayanî fîdayî pêşkeştan
siławî germî piř şewq û betînim
be qurbanî zisanê bim, ke lewda
beharê wa be çawî xo ebînim
nebû karim lemewber ẍeyrî «zarî»
ewêsa ẍerqî şadî û pêkenînim