payz û hawîn û ewza’î beharit dî ’eyan

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 5 Xulek  543 Dîtin
derde dił le etwarî zistanî bedřeftar û bîrkirdinewe le dewrî řozgar
payz û hawîn û ewza’î beharit dî ’eyan
têgeyştî çon eřon û ta çi ḧeddê bêwefan
çon esûřên û çi corin çen le etwara cyan
çende bê mîhir û sebat û bê dewam û bê beqan
lazme şerḧê le cewrî hewrî bedtewrî zisan
her be meḧzî hatnî, dił bêqerare û piř le jan
tirş û tał û kîneco û nakes û namîhreban
dête hatuço be řûgirjî epoşê asman
řoj eşarêto wekû des řoyîwî em ’esre nan
tîpî boran û kiřêwey her deqîqe kewte kar
gêjełûkey dê be yekda řas û çep wek gurgî har
da’epoşê yek nefes berzî û çałî berd û dar
xew ebête mirdin û xorak ebête zehrî mar
selbî asayş le mexlûqat ebê leyl û nehar
piř le ah û nałe û hawar ebê ladê û şar
qatłe bo weḧşî û serlêşêwênî řêbwar
ẍûle bo destey pyade, bo swar û bo qetar
dujminî gyanî feqîrî bê lîbas û xan wiman
piř le tem saraye kêw û şîw û eşkewt û kenaw
weḧşyanî bê pena sermazede û taqet nemaw
geh le tirsî řawyar û geh le tirsî marî daw
asman hewr û hewa serd û zewî befir û quřaw
hefteyê yek def’e nabînî cemałî aftaw
bergî kafûrîy weberda kirduwe dinya tewaw
goşwarey sîxwarî kirde gwê darî binaw
bazney yexyan le dest û pêye bûkanî şetaw
bê kenîz û pê xesû xatir peşêw û natewan
leşkirî yacûcî serma yorşî hawirduwe
hełmetî bo şeş cîhet wek marî cengî birduwe
seddî sextî ḧezretî eskenderî kun kirdûh
ẍaret û bêdad û kuştarî le ḧed derkirdiduwe
pêşřew ziryane beydaxî mijî hełkirduwe
’alemî yekser le befir û zuqim û yex piř kirduwe
saknanî beřiř û beḧrî serbeser qiř kirduwe
dewr dewrî behmene çunke tehemten mirduwe
’aqîbet bê řostemî piştî feramerzî şikan
dey le cestey seru eka her dem beserdî sed birîn
kewte małî gułbinanî bênewa şîn û girîn
wa le ḧebsî behmena polê gułałey nazenîn
her fuẍan û nałeye, her şîwene û řûmet řinîn
seyrî tabûrî kiřêwey ke peyapey dê be qîn
tûş û na’ehil û çetûn û şeř firoş û na’emîn
załim û bê muhłet û namerd û bê însaf û dîn
bo biřînî řîşeyî baẍat ekêşê têẍî kîn
leşkirî çengîze dê bo ẍaretî xwařezmyan
gerdelûlî befre ne’rey seřseře ḧerbe û xeter
hajeyî gurze, birîqey têẍe, awazî siper
nałeyî gopałe dengî tîre qařey gaweser
bezmî řezmî kake borane le ḧewşe û ban û der
zelzeley ḧeşre le ewladî nîye dayk xeber
hełmetî mij bo çya, bo kêw û seḧra, řehguzer
tûře û tînû be xwênî îrece yaxo meger
behmene bu întîqamî «ruyîn tenKes» bestî kemer
sexreye enguşterî destî «suleyman»y řifan
tê’efkirî çon eken em çwar fesłe hatuçû
çî beser baẍ û çemen dênê zistanî tund xû
bê demax û mat û bê keyf û kizin hencîr û tû
erẍewanî quřbeser serma biřî řengî le řû
mutrîbî gułzar ewêsta kêye zaẍe û kundebû
gułbinan bê zînet û arayş û dił piř diřû
wan le îḧtiřamî ḧeca ser řût û pêxawis hemû
des be ḧełqey ke’bewe ya řeb necatê zûbezû
lem tep û toz û kiřêwe û zimheřîre el’eman
nukteyekit ’erz ekem gwê bigre ey gyanî birat
dawênit egirim wekû min bernedey řêgey necat
dwê gułê bûy taze pişkûtû le gułzarî ḧeyat
řoyî hawîn û behar û payîz û zistanit hat
mûy sipî me’mûrî merge carê ḧazir baş edat
bend bend e’za le yektir gerdin azadî ekat
bê xeber haka kitupiř merg dawî xiste pat
def’eyê lem řêgewe xofê be diłta bo nehat
çawim aga be neka nageh‍ le des derçê jyan
’erzî pîrî meyfiroşim kird -beheştî bê becê-
lezzetî dinya çîye to bî xuda pêmî biłê?
awřêkî dawe merdane, witî řastit ewê
her ẍeme her ḧesrete, her êşe, her pêçe û girê
hemdemî sed xare, her wextê gułê peyda ebê
ma le şahanî berû çak û xiraw aya yekê?
kê necatî bû lemekirî, kê le dawî der’eçê
nesłî adem řêbwarin, bawik eřwa, řołe dê
’adetî dinya wehaye ta bisûřê asman
behrey em dinya çîye? ẍeyrî îta’ey kirdigar
a eme serdî zisan û a ewe derdî behar
dîwte hawînî germî piř le êşî mêş û mar
wey le teẍîyrî siruştî payzî nasazgar
gah serd û gah germ, gah řoşin, gah tar
gah bad û gah baran, gah befir eřjête xwar
gyanekem ca xo nyane em fisûłe îxtyar
heł’esûřn her çilonê meylî bê perwerdigar
wek min û to ’aciz û bê destełatin bê guman
ey bira wa pêt ełêm harûte dinya bê diro
ey dexîlit bim firîbî dane û awî mexo
saḧîre etxate ça bêro be şwênîda meço
xo le weḧşî cya kewe ta key tema’î ka û co
bê le cogey fîkireda řojî dem û çawê bişo
dîqetê ke lem şew û řoje ke em dê ew eřo
řêgey asane heqnasî be lařêda meřo
aşewanêkî heye em aşe «zarîNasnava edebî» serbexo
nageřê bem core bê neqis û xelel, bê aşewan