payîze, zuḧakî serma leşkirî bêdadî hat

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 6 Xulek  579 Dîtin
haware le tûşî sermay payîzî nasazgar û çetûnî bay behêz û bêřeḧim û tałankerî baẍat wigułzar
payîze, zuḧakî serma leşkirî bêdadî hat
wek diłî min piř le gerdî ḧesret û ẍem bû wiłat
seyrî bařeş ke, be bêřeḧmî çemen tałan ekat
bergî zerd û sûrî guł lem herd bo ew herd ebat
çadrî zeřřîn le ser bûkî beharî fiř edat
badî serdî wa betundî hate cewlan û tekan
darekanî berz û estûrî beser yekda şikan
wişk bû ew hemwe sewze wird bû řoyî neman
ademîş herwaye bê şik karwan dwa karwan
dêt û deřwa kes xeyałî manî bê řoyîn nekat
sał û mangî ’umrî to řoyî wekû awî řewan
wa dezanî her wekû xotî teř û taze û cewan
çî kitupiř qeddî řastit lar ebê herwek kewan
dîde nabîna û gwê keř, ten ze’îf û natewan
piř le êş û zeḧmetî pîrî ebê ser ta be pat
ahî ḧesret xêz û serdî gułbunî dił piř le derd
bo şikofey cwane merg û bo gułałey sûr û zerd
bû be tem wek řołe mirdû kewte seḧra û kêw û herd
awî safî řoşin û carî le daxa bû be berd
bûkî xor lem şîneda ẍemgîne řeş poşî dekat
bergî darî dařnî sermay payîz çił be çił
daxî řeng zerdî behê key xoş ebê derçê le dił
ḧesreta bo diłberanî gułistan wa çûne gił
cahîlan lem we’ze wêł û ’aqłan mat û xecił
wa’îze em řojgare bo kesê gwêy pê bidat
bê ber û bergih mêw û sêw û hermê û henar
mînberî qaławe, gwêz û pełk û tû, bîd û çinar
her qiřey weyşûmeye emřo le seḧra jûr û xwar
bulbulî bêçare koçanî le seḧnî lalezar
baẍ cêgey polî gurge gelleyî ahû hełat
êse seḧrayêkî çołe û ẍem fezaye lalezar
meclîse bo wirç û řêwî û beraz û kemtyar
wa lebatî tacî guł, gułbun serî na tacî xar
ba yexey xo dadřê qumrî be wêney şêt û har
bo řefîqanî hemû aware û wêłî wiłat
newnemamanî çemen bê naz û řût û dił şikaw
ẍerqî ḧesret wek hetîwî dayk û bawik nemaw
her elerzan řoj û şew destey nisar û ber hetaw
mîslî ḧebsî bênewa û pêpetî ser bê kiław
řû be qîble řawesawin destew du’a bo necat
bê temaşa ke bibîne ey řefêqî hoşyar
çî beser guł hat bo kwê çu? giłukî sebzezar
ademîş herwaye mirdin payîzêke bê behar
’umrî xo zay’ meke çawim sibeynê kirdigar
lêt epirsê bo nwêj û řojû û ḧec û zekat
ey pena be xwa le ḧemley gîjełûke û zimherîr
herwekû ḧeccacî yusif xwênřêjî cwan û pîr
«bixt nisirErebî»e dê deka sewzî hemû ’alem esîr
dayenî seḧra le guł xałî wekû kîsey feqîr
qet be dunyada gułê bê zeḧmetî payîz nehat
besye bêbakî bira bes, kokewe fikirî biław
lem hemû teẍîyre ey çawim kemê wirdoke çaw
wamezane ademîyet xwardinî guşte û piław
xofî řojî meḧşerit bêt û ẍemî wextî ḧesaw
nek xeyałî çêştî çewr û toşe û nuqił û nebat
kwa sefî meḧbûbekanî diłberî nask beden?
kwa keway sewzî zumuřřed řengî lawanî çemen?
kwa xumarî nergis û nazî wenewşe û yasemen?
kwa nyazî bulbulî ’aşiq be ẍunçey sîm ten?
her be fûyê payîz em hemwey be carê kird mat
to tesewur wa nekey bêjî le mane zyatrî
saẍî û cwan û be quwet her emênî namrî
sa’etî ’umirit eger hate muqamî axrî
sehle bêjim gya, le kahê bê des û bê patrî
toşeyê amade fermû nek ecel muhłet nedat
wek tyatir waye ’eynen gerdişî dunyay dûn
’ehdî guł řoyî wekû berq û çuwe perdey nebûn
bê temaşa ke le cêy guł, darî guł ẍerqî diřûn
gwê eger bigrî ebîsî her ke êsteş bêstûn
şînî zexim û zoxî cergî let letî ferhadKes ekat
bo ’eza xwanî be sed derd û ẍemo dwê çûme baẍ
dîm le cêy bulbul, le popey yasemen wêsawe zaẍ
sêw û hermê ’aciz û seru û sinewber bê demaẍ
kox û hencîr û henarim dî hemû dił piř le daẍ
bê geła û mîwe mirdû, mirduwêkin ẍem xełat
ẍerqî enduwe û perêşan û kiz û şadî betał
piste û narinc û lîmo û behê û pirteqał
badem wigêlas û qeysî û hiłû bê keyf û ḧał
erẍewan û mazu û kut û beřû řû girj û tał
quř be ser goyj le sîney hełçeqî xarî nehat
wêwił û çwale û zirîşk û sincû û şîlan û hûl
wek şehên û tû hełûje û gugce mat û melûl
jałe derdî zerdeyî girt û geła bê aw û lûl
leşkirî payz weber xoy dawe dinya ’erz û tûl
kes nemawe zexmî kełpey em piłingey pê negat
řehnumay însane ewza’î geřanî çerxî pîr
bo wicudî san’î ḧeyî û tewana û besîr
ewellî bê îbtida û axrêkî bê nezîr
bê jin û ewlad û dana, bê şerîk û bê wezîr
waḧdêkî bê nyaz û xalqî mewt û ḧeyat
’ebdî ew be, ew binase lew tełeb ke arezû
barî emrî hełgire ta bibye salarî hemû
hełgirî em bare merde û hełnegir bê abřû
řû be menził hîç řêge ẍeyrî em řêga neçû
bê biřo bem řêgeda em řêgeye řêgey necat
’aşiqî dinya nebî em saḧîre etxate daw
sed hezar şûy kird û şûyêkî nebû neyxate daw
lew şwanen behmenKes û keyxisrewKes û efrasyawKes
sed wekû fîr’ewnKes û haman û cemî kêşa quřaw
kuştinî, firmêskê bo kes le çawî dernehat
newbeharî ’umir, ey «zarîNasnava edebî» wekû guł çû be ba
řewneq û coşî cewanî têpeřî řoyî nema
gyan û ten mîslî hedef amade bo tîrî beła
payîzî pîrî deda her leḧze î’lanî fena
hey nema wextî beqa, dey bare bo małî beqat