hawînî emsał wek min bêqerarî yar eka

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 3 Xulek  415 Dîtin
şîwenî hawîne bo zerdî gya û gułałey diłber û řûtî gułzar û baẍat le zînet û zîwer
hawînî emsał wek min bêqerarî yar eka
şîwenî koçî guł û bê řewneqî gułzar eka
hewr bo zerdî gya her řoj sed hawar eka
řêjewî firmêskî teqlîdî derya bar eka
awrî ahî le sîney asnî řeq kar eka
bo gełařêzî wenewşe asman egrî be taw
bo werînî bergî guł dawênî seḧra piř le aw
bo melûlî bulbulî nakamî şadî lêşewaw
xwênî cergî kêwekane carîye ta sed şetaw
kosî gułşen kewtuwe meḧbûbekanî bar eka
seru bo wişkî çemen xatir peşêw û nařeḧet
řûmetî řûşaw û řuxsarî birîn û sîne let
bo ze’îfî û kizî gułbun, gułistan piřxefet
bo mudaway em nexoşane hewa bê merḧemet
pêçewaney dayenî badî seba, řeftar eka
qasîdî payîz meger hawîne bê řeḧmane hat
awrî dûrî le cergî bulbul û guł ber edat
leşkirî zuḧḧakKese text û miłkî cem ẍaret ekat
wey le bê mîhir û wefayî řojgarî bê sebat
xencerî «şêru» lexwênî xesrewa gułnar eka
polî meḧbûbanî gułzarin kiz û řewneq peřîw
řeng zerd û lêw wişk û berg jakaw û werîw
sîne piř derd û derûn piř ḧesret û şadî nedîw
xarî nakamî û ẍembarî le xatir hełçeqîw
her yekê new’ê şikatî firqetî dîdar eka
şaxî řasî darî guł çemyawe çun dasî direw
karwanî lale hat, wek seba řoyî be dew
bulbulî bedbext řojî řoşnî lê bû be şew
taze nabînê cemałî ẍunçe guł îlla be xew
wa le daxa řû le eşkewt û kej û kosar eka
sebze yek def’e lîbasî ze’feranî kirde ber
kewte ser xakî zelîlî tacî ẍunçey quř beser
her gułistanê eçî řořoye her şîne û çemer
wa dyare guł xerîkî koçe eřwa bo sefer
herweha em qafłey ’umreş kitupiř bar eka
’îlletî germî simumî hawînit ger pê ełêm
awir egirim herwekû şem her le ser herta be pêm
dwê nemamê sewz bûm emřoke zerdî hate řêm
şik nîye ferda wekû yaranî řoyu qebre cêm
quř be ser ew şexse wa lem kareda înkar eka
îxtyarit ta heye tuwêy biçêne ey dexîl
danemênî ba sibeynê mat û newmîd û zelîl
neqdî ’umrî xo mede çawim be badî qal û qîl
bo necatit lem hemû gêjawe peyda ke delîl
eḧmeqe herkes ke daway ucretî bêkar eka
mezre’ey sewzî ḧeyatim zerde wek bergî xezan
derdî pîrî bû be mîwanim le geł sed êş û jan
taze dernaçê heta pêş xo nexa tałanî gyan
pabesî dunya mebin wek min eger ehlî wefan
çun legeł dosa demê sed karî nahemwar eka
kam yusif řû, ke em ẍeddare neyhawête ça?
kam şîrîn xû ke em mekkare derdî pê neda?
kam desgaye ke em bedkare şînî tê nexa
kam hengiwîne ke em řeşmare jehrî têneka
bigre gwê lem xake her neqił û qisey kuştar eka
ey esef «zarîNasnava edebî» ke ’umirit hate kotayî eto
xoşîyêkî qet neda pêt asmanî kîneco
ta muradê ḧasłe, sed bê muradî dê û eřo
çingî bê řeḧmî û bê dadî zemane wek heło
«tirfih al’înErebî»ê dûsed kebkî derî zexmar eka