dîm hatewe le bêrî ew guł’uzare bo mał

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  429 Dîtin
dîm hatewe le bêrî ew guł’uzare bo mał
be şêweyêkî wa şox, zuban le wesfî ew lał
lay birdibû leser řûy sirwey şemał, desmał
dugmey yexey tiraza û derkewtibû xet û xał
dû kułmî dû gułałe perçem syah û çaw kał
be pencekanî nazk teşî eger eda pil
be asmanî pîrî çerxanî yad eda xul
hewday řêk û kirjî her tałî dawî sed mil
bałay serwî baẍî diłan û çawî piř kil
aram û hoş û fikir û qerarî kird pamał
qetrey ’ereq be řûya dehate xwar wek duř
le qelbî ’aşiqanî be xende ber eda giř
sebirim nema û sûtam lêmî nedawe awiř
saqî be yadî çawî kerem ke pyałeyê piř
bo def’î bêqerarî şefaye şerbetî tał
çi diłřifêne şêwey hengawanî be lence
beresmî nazenînan eřwa be nûkî pence
dû marî bê îcaze nigahbanî gence
kelamî qûtî řoḧ û şifay derd û řence
seyrî cemałî, baẍî beharî pîr û mindał
wêney nedîwe dunya le naz perwerîda
tenha û bê nezîre le ademî û perîda
dûçawî dû gelawêj le ḧusin û dulberîda
tilû’î dabû xurşîd le burcî muşterîda
ebro hîlalî mişkîn gerdin bilûr û lêw’ał
le jêrî hewrî řeşda tewêłî aftawî
weder’exist û ahûy xeta ekewte dawî
sed şahbazî pa best be tałê zułfî xawî
biřwane baẍî sîne bibîne dû guławî
ne dû guławî bełkû dû qubbe nuqreyî qał
seyrî ke dê le řêwe mîsalî ahûy beř
be polî nazenînan edat zînet û feř
gîsûy muşkibarî perjînî loy loy teř
ẍułamî xałî nafey xeta û sîne meřmeř
birjangî dił be tałan ebat û ser le geł mał
be ’îşwe awřî da le polî întîzarî
be naz lêwî bizwan şeker řija le zarî
şikanî qedrî sûsen be nergisî xumarî
wenewşe ’etrî wergirt le zulfî muşkibarî
le dewrî şem’î sedha perwane bê peř û bał
tekan eda be gîsûy seba le řêguzerda
’etir biław ebêto be herd û deşt û derda
bo diłřifênî ’eqreb kişa be ser qemerda
geşawe awrî şewq le qelbî piř şererda
le «zarîNasnava edebî» têbfikire be carê bû be zûxał