dît çî kird çerxî keç řeftar

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 3 Xulek  419 Dîtin
şîwenî «zarîNasnava edebî» bo haw qetarî, xwalêxoşbû «mela miḧemed emîn şerî’etîKes»
dît çî kird çerxî keç řeftar
çon cergî gezîm wêney mar
çon şikanî nemamî umêdim
çon le cêgey guła řwanî xar
çon řifanî gułałey şadîm
çon řijanî beserimda azar
çon zûxawî fîraqî pê çêştim
çonî kirdim be sûřetî dîwar
çon jyanî be jan wergêřam
naye ser xatirim le ẍem sed bar
awrêkî wehaye têberdam
gişt azam sût mîslî pwar
yanî mergî «şerî’etîKes» merḧûm
lezzetî zîndegîmî kird be jar
«ałkełû» «menşe’» û seqizCih medfen
serwî ladê bû hate baẍî şar
guł ebê cêgeyî gułistan bê
ne der û deştî çoł û piř le ẍubar
hawmałan yek be dûy yekda
řoyn û ebřêtewe koç û bar
desteyê ser le xak derdênin
desteyê tir le xakda pêwar
nohemî tîr bû ke tîrî ecel
biřî řîşey ḧeyatî mîslî mişar
bigrî ey dił heta heye hêzit
dîde ba bê mîsalî hewrî behar
beser ew xake pakeda ke le jêr
ewda řakşawe, xewtuwe yar
ta le řîşey sefatî meḧbûbî
sewz bê guł ne yekê hezar hezar
her ewende biřêjîn eşkî sûr
ta mezarî bibête wenewşezar
şîwenê wa bikeyn wek ême
deşt û der bête nałe û hawar
nagrîm bo sedef eger şikya
bełkû bo gewheranî bê asar
yanî gum bûnî sîfatî çakî
le tewazi’ le ’îlim û ḧîlim û wiqar
sałî fewtî dyare bo herkes
bijmêrî «ya wilî û ya ẍifarErebî»
cêge xałî û kitêb bê xawen
medrese çoł tya nîye deyyar
haw ’esran eger dû sê řojê
pêş kewn bê řefîq û xidmetkar
swarî tabût bin û bikewne řê
řû be xewgay qebrî teng û tar
ey dił amade be ke nobet dê
toyş wa zû swarî espî dar
biken û bitbene ewê bixewî
řût û bê piştîwan û bê ẍemxiwar
mamosakanî ayînî eẍłeb
neweyan kewte ser xetêkî lar
wa kujrawe çiray bînşyan
pyan bê ferqe zułmet û enwar
’eqił bê îxtyar û des besraw
wa be des dêwî nefsewe hewsar
meslekî babekanî xoyan terk
kirduwe, kelle řût û bê kirdar
be «aza’wa alsiluhErebî» mumtazin
şon kewtûy hewan řû be xwar
bo ḧiqûqêkî piř le jan û biřk
řû be dunya be carê kewtine ẍar
bo neçîrê eger le dawî xen
bike biřwa qibûł eken sed ’ar
ẍerqî şîne perte hoşî ’efwî ken
ger bika ẍeyrî derd û ẍem îzhar
«ahdina ribna sirat aliḧqErebî»
’eybiman dabpoşe ya settar
«zaryaNasnava edebî» wa çake gişt bêjîn
«û qina ribّna ’izab alnّarErebî»